Riba/Faîz
JIYANA DINYAYÊ - ÎMTÎHANAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Malên hevdu di navbera xwe de bi awayên batil (weke bertîl û riba û xesp û xapandin ku îslam van hemûyan heram kiriye) nexwin. Ligel hûn (bi çewtîya wê) dizanin jî bi bertil dayîna rayedaran, bi gunehkarî qismekî malên însanan nexwin.
Ew ên ku ribayê/selefê dixwin, weke rabûna wî yê sewsî ku (bi cinan ketîye) şeytan dest lê daye (ji qebrên xwe) radibin. (Ev ceza) ji ber ku digotin “Danûstendin jî weke ribayê ye.” Lê Allah danustendin helal û riba jî heram kiriye. Ji kî re (der heqê ribayê de) şîretek ji Rabbê wî were û ew dev ji ribayê berde, (piştî terka ribayê kir) malê/qezencê ku berê de bi dest xistîye ji wî re ye. Û rewşa wî hewalêyê Allah e (hukmê der heqê wî de aîdê Allah e). Kî dîsa li ribayê/li selefe vegere, ha ew ehlê agir in û wê di wir de ebedî bimînin.
Allah zêdebûna ribayê tune dike û bereketa sedeqeyan zêde dike. Allah hez kafir (ê ku ribayê weke danûstendinê helal dibîne) û gunehkaran (ew ên bi ribayê muamele dikin) nake.
Gelî ew ên îmân anîne! Ji Allah bitirsin û eger birastî hûn mumîn bin terka ribayê bikin.
Eger we (kiryarîyên bi riba) bernedabe (di vê rewşê deS) li hemberî Allah û Rasûlê wî şer îlân bikin! Lê hûn tobe bikin, sermîyanê we (yê ku riba tevlî wan nebûye) ji we re ye. Bi vî awayî ne hûn zilmê dikin û ne jî zilim li we tê kirin.
Gelî ew ên îmân anîne! Faîz/Riba ya ku (nisbetên wê) qat bi qat zêdekirî nexwin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin da ku hûn bigihîjin xelasîyê.
Gelî ew ên îmân anîne! Tîcareteke ku hûn bi rizayê beramberê hev dikin ne tê de, di navbera xwe de bi rêyên batil malên hevdu nexwin. Xwe nekujin. Bêguman Allah li dij we pir bi merhamet e.
Kî vêya bi meqseda hed borandinê û zilimkarîyê bike em ê wî (wek cezayek) bêxin cehennemê. Ev, ji Allah re pir hêsan e.
Eger hûn ji wan gunehên mezin xwe biparêzin, em ê jî gunehên we (ên biçuk) binixumînim û we bigihînin meqamekî rûmetdar/bişeref.
Digel ku nehîya wan jê hatibû kirin jî (wan) ribayê û malên însanan bi rêyên batil dixwarin... Me ji bo kafirên ji wan re ezabekî biêş û jan amade kiriye.
Ew malê hûn bi riba didin da ku malên însanan zêde bibe, li îndallah/li cem Allah zêde nabe. Ew zekâta ku hûn bi hêvîya razîbûna Allah didin jî ew ên qat bi qat wê bên zêdekirin ha ev in.