Rîya/Dûrûtî
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Gelî ew ên îmân anîne! Sedeqeyên xwe bi minnet û bi serhev de kirinê û (ji însanan re) bi ezîyetê pûç/betal nekin. Wekî wî (kes) ê ku malê xwe bi rîyakarî dide, lê bi rastî îmân bi Allah û bi roja axîretê neanîye... Halê wî kesî dişibe rewşa zinarekî/tehtekî ku li ser wî hinek ax hebe, dema baran lê dide (axa li ser dişo û) wê rût û hilû dihêle. Qet tu (mikafata) amelên wan (li îndallah/li cem Allah tune û ji karên xwe) sûdmend nabin. Allah, koma kafiran hîdayet nake.
Ma kî ji we dixwaze (di rewşeke wisan de be ku) bexçeyekî wî yê xurmeyan û mêwan hebe û di binî de çem biherikin û di nav de ji her çeşîdê fêkîyan hebin. Ew jî ixtîyar bibe û di wê demê de zarokên wî yên zeîf/biçûk hebin. (Dixwest ku bexçeyekî wisa ji zarokên xwe re bihêle) lê ji nîşka ve bahozekî bişewat bi ser de were û ew bexçe bişewite. (Çawa ku hûn vêya naxwazin, di wê dema hûn herî zêde hewcedarê amelan in bi rîya û bi minnetê û bi ezîyetê amelên xwe berhawa nekin û destevala nemînin.) Ji bo ku hûn bifikirin Allah, ayetên xwe ji bo we beyan dike.
Nefeqeyên ku we înfaq kirine û ew nezirên ku we nezir kirine, muheqeq Allah bi hemûyan dizane. Ji bo zilimkaran qet tu alîkar nîn e.
Hîdayeta wan ne li ser te ye. Lê Allah kî bixwaze wî digihîne ser rêya rast. Wek xêr înfaqa ku we kiriye (feydeya wê) ji we re ye. Jixwe hûn bitenê ji bo rizaya Allah bi dest bixin înfaq dikin. Xêrên ku hûn dikin wê li we bên vegerandin û bê kêmasî wê ji we re bên dayîn û zilim jî li we nayê kirin.
Rewşa înfaqên ku li vê dinyayê kirine, weke mesela bayekî biseqem û kur e. Li çandinîya qewmekî ku (bi masîyetan) li xwe zilim kirine dikeve û wê (çandinîyê) diqerimîne/kambax dike. Allah (bi cezadayîna wan) zilim li wan nekir. Lê (bi noqîbûna masîyetan heq kirina helakê) wan bixwe zilim li xwe dikirin.
Ew in ku; malên xwe bi durûtî/bi rîyakarî didin û bi Allah û bi roja axîretê îmân naynin. Hevalê kî jî şeytan be, ew çi hevalekî xerab e!
Eger wan îmân bi Allah û bi roja axîretê bianîya û rizqê ku Allah dabû wan înfaq bikirana qey wê çi winda bikirana? Allah, zanayê wan e.
(Dema guneh dikin xwe) ji însanan vedişêrin û ji Allah venaşêrin. (Hal ev e ku Allah,) dema wan di şevê de karê ku Allah jê ne razî bû pevgirêdidan ew bi wan re bû. Allah, li ser kar û kirinên wan (yê ku her tiştî hawîrdor zeft kiriye) Muhît e.
Ew in ku rîyakarîyê dikin.