Sebra Di Dawetê De
DÎN - RÊYA RAST - ÎSTÎQAMETAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Sond be, hûn ê der heqê malên xwe û canên xwe de bêne ceribandin û hûn ê ji Ehlê Kitêb û ji muşrîkan pir gotinên xemdar/peyvên kesernak bibihîzin. Eger hûn sebir bikin û bitirsin û xwe biparêzin bêguman ev, ji karên hêjayê melavîyê/biryardarîyê ye.
Sond be, em dizanin ku ji ber gotinên wan (pir aciz dibî) singa te teng dibe.
(Ji bo ku tu ji vê tengezarîyê xelas bibî) Rabbê xwe bi hemd tesbîh bike û bibe ji secdebiran.
Tu jî ligel wan kesên ku sibeh û êvarê hêvîdara rizaya Rabbê xwe ne û jê re dûa dikin re sebir bike. Ji bo xwestina xemla dinyayê çavê xwe ji wan nevegerine. (Bila dêhn û pêwendî û eleqa te li ser wan be.) Tu îtaetê li wî kesî neke ku me qelbê wî ji zikra xwe xafil kiriye û ew ê dide pey hewayê xwe û karê wî timûdaîm zêdegavî ye.
(Herwiha) tu ji ber gotina wan ve sebir bike! Berî derketina rojê û berî roj biçe ava û hinek ji wextê şevê û di serê (di destpêka) û di binê (di dawîya) rojê de Rabbê xwe tesbîh bike da ku (Rabbê te ji te û tu jî ji Rabbê xwe) qayîl/razî bibî.