Sure 20

Sûreya Tâ-hâ

Mekke135 ayetTâ-hâ

طه
Der barê Sûreyê de

Sûreya Tâ-Hâ, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û sî û pênc (135) ayet e. Di Qur’anê de sûreya bîstemîn e. Ji ber ku bi herfên Tâ û Hâ dest pê kiriye wek sûreya Tâ-Hâ hatîye binav kirin. Sûre, di mayîneya xwe ya paş de behsa Mûsa û Harûn û qiseya derketina Cihûyan ya ji Misrê û şîret û hişyarîyên der heqê axîretê de dike.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

طٰهٰۜ

Tâ. Hâ.

مَٓا اَنْزَلْنَا عَلَيْكَ الْقُرْاٰنَ لِتَشْقٰىۙ

Ev Qur'an ne ji bo ku tu di tengezarîyê de bimînî me ji te re daxistîye.

Jêrenot
(Ji ber ku muşrîkan îmân nedianîn Rasûlullah (ass) pir xemgîn dibû û diltengî dikişand. (18/Kehf, 6). Allah (ac), wekî ku di van ayetan de diyar kiriye li ber dilê Rasûlullah (ass) daye: Xemgîn nebe (35/Fâtir, 8), tewekkulê Allah bike (9/Tewbe, 129), di îmân neanîna wan de qet tu mesûlîyeta pêxember tune (2/Baqara, 272), ji bo Nebî alîkarîya Allah ya li ser mumînan têr bes e (8/Enfâl, 62))

اِلَّا تَذْكِرَةً لِمَنْ يَخْشٰىۙ

(Berevajî, me daxistîye da ku) ji bo ew ên ji Allah ditirsin re bibe şîret/bibîrxistin.

تَنْز۪يلًا مِمَّنْ خَلَقَ الْاَرْضَ وَالسَّمٰوَاتِ الْعُلٰىۜ

Ew, ji alîyê xaliqê erd û esmanên bilind ve hatîye daxistin.

اَلرَّحْمٰنُ عَلَى الْعَرْشِ اسْتَوٰى

Rahmân îstîwayê erşê kir.

لَهُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا وَمَا تَحْتَ الثَّرٰى

Hemû tiştên li erd û esmanan û di navbera herduyan de û (tiştên) di bin axa kamdar/hêwî/ birewa de hene aîdê wî ne.

وَاِنْ تَجْهَرْ بِالْقَوْلِ فَاِنَّهُ يَعْلَمُ السِّرَّ وَاَخْفٰى

Eger tu gotinê bi eşkerehî bêjî jî (nebêjî jî ferq nake). Ew (Allah) ya ku sir e (tiştê di dilê te de) û ya ku jê veşarîtir e (hêj ne ketîye dilê te) jî dizane.

اَللّٰهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَۜ لَهُ الْاَسْمَٓاءُ الْحُسْنٰى

Allah... Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) qet tu îlâh tune. Esmayên/Navên herî xweşik bi tevahî aîdê wî ne.

وَهَلْ اَتٰيكَ حَد۪يثُ مُوسٰىۢ

Agahîya Mûsa ji te re hat?

Tefsîrên Sûreya Tâ-hâ

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.