Şera Di Mehên Heram De

HERB/ŞER Û HIQÛQA CÎHADÊ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

6ayet hatin dîtin
Şera Di Mehên Heram De
1

Bakara

Ayet: 194Rûpel: 29

Here Ayetê

Meha heram, di berdêla meha heram de ye. Rêzgirtin/maf/destnedayînî (ku çavdêrîtîya wan pêwist e, ew) jî berhemberê hev in. Kî li dij we ji hedê xwe bibore û êrîşî we bike hûn jî êrîşî wî bikin û misil bi misil berdêl bidin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Û bizanibin ku Allah, bi Mutteqîyan re ye.

2

Bakara

Ayet: 217Rûpel: 33

Here Ayetê

Der heqê şerkirina di Şehru’l Heramê (Mehên Heram) de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan mehan de şer, gunehekî mezin e. (Lê belê) menkirina însanan ji rêya Allah û înkarkirina wî (Allah) û (bê hurmetîya) Mescîdu’l Heramê û nefiykirina ehlê wê derê, li cem Allah gunehekî (ji şera di mehên heram de) herî mezintir e. Fitne/şirk ji qetlê mezintir e.” Eger ew karibin, heta we ji dînê we vegerînin wê bi we re şer bikin. Ji we kî ji dînê xwe vegere û li ser kufrê bimire; ew, êdî hemû xebata wan li dinya û axîretê pûç û betal dibe. Ew, ehlê agir in û dê li wir ebedî bimînin.

3

Mâide

Ayet: 2Rûpel: 105

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Hûn ji nîşanên/ji şîarên Allah û ji meha heram û ji heywanên wek xelat ji Beytullah re teqdîm bûne û (qurbanên îşaretkirî ku) sitûyên wan bi gerden in û ji ew (însan) ên li lutf û îhsan û razîbûna Rabbê xwe digerin û ber bi Beytu'l Heram ve tên re (bi binpêkirina hûrmetê) rêznezanîyê nekin. Dema hûn ji îhramê derketin, dikarin nêçîrê bikin. Ji ber ku hûn ji Mescîdu'l Heram manî kiribûn, li hemberî qewmekî rika/kîna we bila we sewqî bêedaletîyê neke. Li ser qencî û teqwayê alîkarîya hevdu bikin. Di guneh û dijminatîyê de ji hev re nebin alîkar. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah ew e ku ezabê wî pir dijwar e.

4

Tevbe

Ayet: 5Rûpel: 186

Here Ayetê

Dema mehên birûmet/mehên heram derketin/borîn, êdî hûn muşrîkan li ku derê bibînin bikujin. Wan bigirin û dor li wan bipêçin û li ser her çavnêrîgehê ji bo wan rûnên (û çavnêrîya wan bikin). Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin êdî rê li wan vekin. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

5

Tevbe

Ayet: 36Rûpel: 191

Here Ayetê

Bêguman ji roja ku erd û esman xuliqandîye pê ve li gorî Kitêba Allah, hejmara mehan li îndallah/li cem Allah dozdeh in. Çar ji wan mehên heram in (ku di wan de şer qedexeye). Ha dînê rasterast ev e. Êdî di wan mehan de (bi binpêkirina hudûdullah) zilmê li xwe nekin. Çawa ku muşrîk tev bi hev re bi we re şer dikin, hûn jî bi muşrîkan re bi tevahî şer bikin. Bizanibin ku Allah bi Mutteqîyan re ye.

6

Tevbe

Ayet: 37Rûpel: 192

Here Ayetê

(Li gorî dilê xwe) paşxistin (a mehên heram) di kufrê de zêdepêdeçûn e. Bi wê yên bûne kafir tên xerifandin. Ji bo ku hejmara tiştên Allah heram kirine lihev bînin (mehên heram) salekî helal dikin û salekî jî heram dikin. Herwiha tiştên (mehên) Allah heram kirine helal dikin. Amelên wan ên xerab ji wan re hate xemilandin. Allah koma kafiran hîdayet nake.