Serfirazî Aîdê Îslâmê Ye
HERB/ŞER Û HIQÛQA CÎHADÊAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Nexêr, ne wisan e!) Me (li ser rûyê erdê) qencî li wan û kalanên wan kir û di xweşîyê de jiyaneke dirêj borandin (lê bi vê rewşê xapîyan). Erê ma ew nabînin ku em tên erdê û ji dora wê (bi îhsankirina fethên ji mumînan re) kêm dikin. (Digel alîkarîya me ya li ser mumînan) gelo ên bi ser bikevin ew in?
Allah ji we ew ên îman anîne û amelên salih kirine re wead kiriye: Çawa li ser rûyê erdê serwerî dabû ew ên berîya wan û wê wan jî li ser rûyê erdê hikumran bike û li ser dînê ku ji bo wan razî ye wê hêz/îqtîdar bide wan û piştî tirsa ku tê de bûn wê wan bigihîne ewlehîyê. Ew (ên ku min wead li wan kirine) ji min re îbadet dikin û qet tu tiştî ji min re şirîk çênakin. Kî jî piştî vêya bibe kafir, ha ew ên fasiq ew bixwe ne.
Ji bo ku li ser hemû dînan serdest bigire, yê ku pêxemberê xwe bi hîdayet û bi dînê heq şandîye ew e. Wek şahid Allah bes e.