Bakara
Ayet: 224Rûpel: 34
Sondên ku hûn bi (ser navê) Allah dixwin, ji qencîkarîyê re û ji teqwadarîyê re û ji lihevanîna xelkê re nekin asteng/manî. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 224Rûpel: 34
Sondên ku hûn bi (ser navê) Allah dixwin, ji qencîkarîyê re û ji teqwadarîyê re û ji lihevanîna xelkê re nekin asteng/manî. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 225Rûpel: 35
Ji ber wan sondên lexw/bêhemd (wek hînbûyina/benekîya ziman ku bê qesd û nîyet) tên kirin Allah hûn mesûl nagire. Lê ji ber wan sondên we yên (bi qesd û nîyet û) ji dil û bi zanebûn, we mesûl digire. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (ew cezayên ku heq dikin jî ji ser evdên xwe bi paş ve davêje/texîr dike) Halîm e.
Ayet: 89Rûpel: 121
Allah, ji ser sondên we yên lexw/bêhemdî (wek hînbûnîya ziman yên bê qesd û bê nîyet) we mesûl nagire. Lê ji ber sondên we yên ku we bi hemdê xwe xwarîye we mesûl digire. (Eger hûn sondên xwe yên rewacdar xera bikin) kefareta wê, ji wê xwarina ku hûn didin malbata xwe deh kesên feqîr têr bikin an jî bi cil û libas bikin an jî koleyekî azad bikin. Kî jî nikaribe yekê ji van bike, bila sê roj rojî bigire. Ev, dema hûn sond dixwin kefareta sondên we (yê ku we xerakiri) ye. Ehdên xwe/sozên xwe biparêzin! Ji bo ku hûn şikur bikin Allah ayetên xwe ji we re beyan dike.
Ayet: 91Rûpel: 276
Dema we soz da Allah, wê soza xwe bêkêmasî pêk bînin. Piştî zeximandina wan, sondên xwe xera nekin. (Lewre ji ber wê karê bi sonda bi navê Allah) we Allah li ser xwe kiribû kefil. Bêşik Allah bi ya ku hûn dikin dizane.