Bakara
Ayet: 227Rûpel: 35
Eger (venegerin û) qerara berdanê bidin, bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 227Rûpel: 35
Eger (venegerin û) qerara berdanê bidin, bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 228Rûpel: 35
Jinên ku (ji mêrên xwe) hatine berdan, (ji bo ku fêm bibe ka bi heml in an na) divê bi serê xwe sê demên heyzê lihêvîyê bimînin. Eger wan bi Allah û bi roja axîretê îmân anîbe; ne helal e tiştên ku Allah di rehmên wan de xuliqandîye veşêrin. Meqseda wan islehkirina zewacê be, di dema îddetê de eger bixwazin bi wan re li hev werin mêrê wan ji bo vegera wan herî zêdetir xwedî heq in. Çawa heqên zilaman li ser jinan heye her wiha heqên jinan jî li gorî urfê/bi xweşikahî li ser zilaman heye. (Lê belê) ji zilaman re di ser jinan re dereceyek (serdestî/heqê pêşikî yê) heye. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 229Rûpel: 35
Telaq (berdan) du car e. Piştî vêya (jinan) an bi qencî li cem xwe hiştin e an jî bi xweşî berdan e. Ew (mehr) ên we daye wan, ne helal e ku hûn ji wan bistînin. Lê eger hûn ji nepêkanîna çavnêrîya hidûdên Allah bitirsin, ev ne tê de. Eger hûn (ji nepêkanîna mesûlîyetên hevdu) bitirsin û ji ber vê yekê hûn nikaribin çavnêrîya hudûdullah jî bikin, wê demê (jin ji bo berdana xwe) fidye/hin tiştan bide (zilam), ji bo her duyan jî mehzûr tune. Ev, hidûdên/sînorên Allah in. Sînor (ên Allah) binpê nekin! Kî jî hidûdên/sînorên Allah binpê bike, ewana yên zalim bixwe ne.
Ayet: 230Rûpel: 35
Eger mêr (cara sêyemîn jina xwe) berde, êdî piştî vê heta ew (jin) bi mêrekî din re nezewice ji wî (mêrê xwe yê berê) re helal nabe. Ew (mêrê nû) vê jinê berde û (jin bi mêrê xwe yê berê re) bawer bikin ku wê çavnêrîya hidûdên Allah bikin, wê demê di li hev vegerina wan de ji bo wan mehzûrek tune. Ev, hidûdên/sînorên Allah in ku (Allah) van ji bo qewmekî zana beyan dike
Ayet: 231Rûpel: 36
Dema we jinan berdan û wan jî wextê îddeta xwe qedandin, an bi qencî li cem xwe bihêlin an jî wan bi xweşî berdin. (Lê belê) ji bo ku hûn heqên wan binpê bikin û (bi qesta) zerar dayînê wan li cem xwe negirin. Kî jî wiha bike wî zilim li nefsa xwe kiriye. (Nîkah û berdan ji xwe re nekin lîstik û) tinazê bi ayetên Allah nekin. Nîmetên Allah ku li ser we ye û ew Kitêb û hîkmeta ji bo şîret bide we daxistîye bi bîr bînin. Ji Allah bitirsin û bizanibin ku Allah, li ser her tiştî zana ye.
Ayet: 130Rûpel: 98
Eger (mêr û jin) hev berdin, Allah ji firehîya xwe wê herduyan jî dewlemend bike. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 10Rûpel: 549
Gelî ew ên îman anîne! Dema jinên mûmîne wek hicretkirî hatin cem we, wan îmtîhan bikin. Allah, bi îmana wan çêtir dizane. Eger hûn serwext bûn ku ew mûmîn in êdî wan li kafiran nevegerînin. Jin (ên mûmîne) ji mêr (ên kafir) re û (zilam) ên kafir jî ji (jin) ên mûmîne re ne helal in. Ew tiştên ku (mêrê wan ên berê ji bo jinên xwe) xerc kirine, bidin wan. Çaxê ku hûn mehra wan bidin, di zewaca we ya bi wan re mehzûr tune. (Jin) ên kafir di bin mehra xwe de nehêlin. Tiştê ku we li wan serf kiriye bixwazin, bila ew jî tiştên ku xerc kirine bixwazin. Evana hukmê Allah in. Di navbera we de hukim dike. Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 11Rûpel: 549
Eger ji jinên we yek bide pey kafiran (bigihîje wan) û hûn jî (bi wan re şer bikin û xenîmet bi dest bixin) û wan ceza bikin, bi qasî xerc kirine bidin wan kesên ku jinên wan çûne. Ji wî Allahê ku we îman pê anîye bitirsin û xwe biparêzin.