Bakara
Ayet: 63Rûpel: 9
(Bi bîr bînin!) Wê dema me peymaneke zexim ji we stendibû û çiyayê Tûr li ser serê we rakiribû. (Û me gotibû): “Bi wê (Kitêb) a ku me daye we zexim bigirin û (şîret) ên di navê de bi bîr bînin da ku hûn xwe biparêzin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 63Rûpel: 9
(Bi bîr bînin!) Wê dema me peymaneke zexim ji we stendibû û çiyayê Tûr li ser serê we rakiribû. (Û me gotibû): “Bi wê (Kitêb) a ku me daye we zexim bigirin û (şîret) ên di navê de bi bîr bînin da ku hûn xwe biparêzin.
Ayet: 197Rûpel: 30
Hecc, di mehên malûm de ye. Kî di wan mehan de (bikeve îhramê û) hecc li ser xwe ferz bike; (bila bizanibe ku) di heccê de nêzîkbûna jinan û fisq û nîqaş tune/divê tune be. Hûn çi xêrê bikin Allah pê dizane. Qût/Zewade bi dest bixin! Qûtê herî bixêr, teqwa ye. Hew ji min bitirsin û xwe biparêzin, gelî aqilmendan!
Ayet: 131Rûpel: 98
Çi tiştên li erd û esmanan hene hemû aîdê Allah in. Bêguman me li we û li yên ku di berîya we de Kitêb ji wan hatine re şîret kir ku hûn ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Eger hûn înkar bikin (bizanibin ku) hemû tiştên li erd û esmanan aîdê Allah in. Allah, (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xenîy û (yê ku herî zêde ji hemd û pesinandinê re layiq) Hamîd e.
Ayet: 26Rûpel: 152
Gelî zaroyên Âdem! Me ji we re libasên ku awretê we dinuximîne û hûn pê dixemilin daxist. Lê libasa teqwayê herî bi xêrtir e. (Hûn çawa derveyî xwe bi libasê dixemilînin qelbê xwe jî bi teqwayê bixemilînin. Ev ji bo we bi xêrtir e.) Ev (nîmet) ên hanê, ji bo ku ew bifikirin û şîret bigirin ji ayetên Allah in.