Wextên Nimêjê

ÎBÂDET - AMELÊN BIXÊR

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

4ayet hatin dîtin
Wextên Nimêjê
1

Hûd

Ayet: 114Rûpel: 233

Here Ayetê

Di her du alîyên rojê de û ji şevê jî di seatên nêz (î rojê) de rasterast nimêj bike. Bêguman qencî xerabîyan jê dibe. Ev, ji bo wan ên (Allah) zikir dikin re şîretek e.

2

İsrâ

Ayet: 78Rûpel: 289

Here Ayetê

Ji ber avabûna rojê (ji wextê nîvro) hetanî tarîtîya şevê bi rasterastî nimêja xwe bike. Qur'an’a Fecrê jî/nimêja sibehê jî (bike). Qur'an’a Fecrê/nimêja sibehê, nimêjeke bigovan/bişahid e.

3

İsrâ

Ayet: 79Rûpel: 289

Here Ayetê

(Wextekê) ji şevê, nafîleyekî wek mexsûsê te (bi Qur'anê) nimêja teheccûdê bike. Hêvî heye ku Rabbê te, (bi vî awayî) te bigihîne Meqamê Mahmûd/Meqamê Pesinandî.

4

Tâhâ

Ayet: 130Rûpel: 320

Here Ayetê

(Herwiha) tu ji ber gotina wan ve sebir bike! Berî derketina rojê û berî roj biçe ava û hinek ji wextê şevê û di serê (di destpêka) û di binê (di dawîya) rojê de Rabbê xwe tesbîh bike da ku (Rabbê te ji te û tu jî ji Rabbê xwe) qayîl/razî bibî.