Xapandin

EXLAQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

3ayet hatin dîtin
Xapandin
1

Bakara

Ayet: 9Rûpel: 2

Here Ayetê

Li gorî xwe/ji wan we ye ku ew Allah û mumînan dixapînin, lê ew xwe bixwe dixapînin û tênagihîjin.

2

Nisâ

Ayet: 142Rûpel: 100

Here Ayetê

Bêguman munafiq li gorî aqlê xwe zen dikin ku Allah dixapînin. (Lê belê bi muhlet dayînê û hetanî rastî seata ezabê bibin bi ewiqandinê/bi eglekirinê) Allah wan dixapîne. Dema radibin nimêjê bi sistî û bi dilgiranî radibin û ji însanan re rîyayê dikin û Allah pir hindik zikir dikin.

3

A'râf

Ayet: 85Rûpel: 160

Here Ayetê

Me ji qewmê Medyen re jî birayên wan Şuayb (şandibû). Gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Bêguman ji we re ji Rabbê we (mûcîzeyek) vikîvekirî hat. Wezin û pîvanê bê kêmasî bigirin û eşyayê însanan (bihayê wî neşikênin û) kêm nedin wan. Piştî islaha wê, li ser rûyê erdê fesadîyê dernexin. Eger hûn mumîn bin ev, ji we re bixêrtir e.”