Xirîstîyanan

PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNE

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

11ayet hatin dîtin
Xirîstîyanan
1

Bakara

Ayet: 62Rûpel: 9

Here Ayetê

Bêguman ji ew ên îmân anîne û ji Cihûyan û ji Filleyan û ji Sabiîyan her kî bi Allah û bi roja axîretê îmân anîbe û amelên salih kiribe, li cem Rabbê wan ji wan re xelat heye. Ji wan re qet tirs tune û ew xemgîn jî nabin.

2

Bakara

Ayet: 111Rûpel: 16

Here Ayetê

Gotin: “Ji Cihûyan û Filleyan pê ve kes nakeve cennetê.” Ev, gumreşîyeke wan e. Bibêje: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, ka delîlên xwe (ya ku tê de qet tu şubhe tune) bînin (de em bibînin).”

3

Bakara

Ayet: 113Rûpel: 17

Here Ayetê

Digel ku Kitêbê dixwînin jî Cihûyan gotin: “Ew ên Fille ne li ser tu tiştî ne.” Filleyan jî gotin: “Ew ên Cihû ne li ser tu tiştî ne.” Her wiha ew ên nezan jî wekî wan digotin. Allah, roja qiyametê der heqê wê mesela ku tê de îxtîlaf kirine, wê di nava wan de hukmê xwe bide.

4

Bakara

Ayet: 120Rûpel: 18

Here Ayetê

Heta tu tabiê dînê wan nebî Cihû jî û Fille jî ji te razî nabin. Bibêje: “Bêşik rêya rast bitenê rêya hîdayeta Allah e.” Piştî vê îlmê ku ji te re hatîye; eger tu bidî pey hewayên/daxwazên wan, ji alîyê Allah ve ji bo te (yê ku ji ezabê wî biparêze) ne tu dost û ne jî alîkar heye.

5

Bakara

Ayet: 135Rûpel: 20

Here Ayetê

Gotin: “Bibin Cihû an Fille da ku hûn bigihîjin hîdayetê.” Nexêr (Ne wisan e!) Berevajî, (hîdayet esil) rêya Îbrahîmê henîf e. Ew ne ji muşrikan jî bû.

6

Bakara

Ayet: 140Rûpel: 20

Here Ayetê

Ma hûn dibêjin ku Îbrahîm û Îsmaîl û Îshaq û Yaqûb û nevîyên wan Cihû an jî Fille bûn? Bibêje: “Ma hûn çêtir dizanin an Allah? Digel ku li cem wî ji îndallah (agahîyek heye) ji wî kesê ku şahidîyê vedişêre zalimtir kî heye? Allah ji amelên we ne xafil e.

7

Âl-i İmrân

Ayet: 67Rûpel: 57

Here Ayetê

Îbrahîm, ne Cihû bû. Ne Fille jî bû. Ew muslîmekî henîf bû. Ew ne ji muşrîkan jî bû.

8

Mâide

Ayet: 14Rûpel: 109

Here Ayetê

Ji wan ên ku digotin: “Bêşik em Fille ne” jî me ehdeke qethî sitendibû. Wan para xwe ya ji (amel) ên ku pê hatibûn emirkirin terk kirin. Ji ber vêya me jî (wek ceza) kîn û neyartîyekî heta qiyametê di navbera wan de bidome (me ew bi hevdu xistin). Wê Allah wan ji kar û kirinên wan haydar bike.

9

Mâide

Ayet: 18Rûpel: 110

Here Ayetê

Fille û Cihû dibêjin: “Em zarokên Allah û hezkirîyên wî ne.” Bibêje: “(Madem wisan e) çima Allah ji ber gunehên we ezab li we dike?” (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, hûn jî beşer in ku wî hûn xuliqandîye. Ew kîjanê bixwaze mexfîret dike û kîjanê bixwaze jî ezab lê dike. Milkê erd û esmanan û yên navbera her duyan jî aîdê Allah in. Veger jê re ye.

10

Mâide

Ayet: 69Rûpel: 118

Here Ayetê

Bêguman ji ew ên îmân anîne û ji Cihûyan û ji Filleyan û ji Sabiîyan kî bi Allah û bi roja axîretê îmân bîne û amelên salih bike, ji wan re tirs tune û ew xemgîn jî nabin.

11

Hac

Ayet: 17Rûpel: 333

Here Ayetê

Bi rastî Allah roja qiyametê di navbera mumînan û cihûyan û sabiîyan û filleyan û muşrîkan de wê hukmê xwe bide. Bêşik Allah li ser her tiştî şahid e.