Yûnus (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bêguman çawa me ji Nûh û pêxemberên di pey wî (hatine) re wehîy kiriye me ji te re jî wehîy kiriye. Me ji Îbrahîm re û ji Îsmaîl re û ji Îshaq re û ji Yaqûb re û ji nevîyên wî re û ji Îsâ re û ji Eyyûb re û ji Yûnus re û ji Hârûn re û ji Suleyman re jî wehîy kiribû. Û me Zebûr jî dabû Dawûd.
Îsmaîl û Elyesa û Yûnus û Lût jî (hîdayet kir). Û me ew hemû li ser aleman re girt.
Ji xeynî qewmê Yûnus, xwezî qewmek hebûya (dema ku ezab hat) û berî ezab nedîtine bi îmanekî ku jê feyde bibînin îmân bianîna! Dema ku wan îmân anîn me di heyata dinyayê de ezabê rezîlîyê ji ser wan rakir. Heta demeke diyarkirî me îmkan da wan ku (ji heyatê) feyde wergirin.