Âl-i İmrân
Ayet: 184Rûpel: 73
Eger te biderewînin/tekzîb bikin, bêşik berî te jî gelek pêxemberên ku delîlên eşkere û suhûf (ên şîretên bi hikmet dagirtî) û Kitêbên ronîker anîbûn jî hatibûn derewandin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 184Rûpel: 73
Eger te biderewînin/tekzîb bikin, bêşik berî te jî gelek pêxemberên ku delîlên eşkere û suhûf (ên şîretên bi hikmet dagirtî) û Kitêbên ronîker anîbûn jî hatibûn derewandin.
Ayet: 163Rûpel: 103
Bêguman çawa me ji Nûh û pêxemberên di pey wî (hatine) re wehîy kiriye me ji te re jî wehîy kiriye. Me ji Îbrahîm re û ji Îsmaîl re û ji Îshaq re û ji Yaqûb re û ji nevîyên wî re û ji Îsâ re û ji Eyyûb re û ji Yûnus re û ji Hârûn re û ji Suleyman re jî wehîy kiribû. Û me Zebûr jî dabû Dawûd.
Ayet: 55Rûpel: 286
Kesên li erd û esmanan hene, Rabbê te herî çêtir bi wan dizane. Sond be me hinek pêxember di ser hinekan re girtine û me Zebûr daye Dawud.
Ayet: 105Rûpel: 330
Sond be ku di piştî Zikrê (Tewratê) di Zebûrê de jî me wiha nivîsandibû: “Bêguman wê evdên min ên salih li ser rûyê erdê bibin waris.”