Zekerîya (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Rabbê wê, (nezira wê) bi awayekî xweşik qebûl kir û (weke gihîştina nebatekê) ew bi xweşikahî mezin kir. (Digel wan olnasên ku dixwestin guhpêdana wê bigirin ser xwe pêşbazîyê dikirin jî Allah) Zekerîya jê mesûl kir. Zekerîya çi cara ji bo serlêdanê çûbe mîhraba wê (Ji Zekerîya pê ve tu kes ne diçû cem wê û digel ku Meryem ji cihê tê de bû dernediket jî) xwarin li cem wê didît. Got: “Ya Meryem, ev (xwarin) ji te re ji ku derê tê?” Wê jî got: “Ev, ji îndallah e. Allah, ji kî re bixwaze wî bêhisab/bêsînor dirizqîne.”
Zekerîya (dema ku wan rizqên awarte/fewqelâde yên li ber Meryemê dît, ji rehma Allah hêvî kir û) li wê derê ji Rabbê xwe re dûa kir, got: “Rabbê min! Ji bal xwe ve zurîyeteke pakîpaqij îhsanî min bike. Bêşik tu dûayan seh dikî/îcabet dikî.”
Zekerîya û Yahyâ û Îsâ Îlyâs jî (hîdayet kir). Hemû ji salihan bûn.
Zekerîya jî (bi bîr bîne)! Wî ji Rabbê xwe re wiha nîda kiribû: “Min tenê bi serê xwe nehêle. Tu herî bi xêrtirê warisan î.”
Me îcabetî dûayê wî kir û Yahya da wî û jina wî jî (ji nezayoktîyê) ediland/serast kir. Ew di xêran de pêşbazî dikirin û bi daxwazî û bi xof ji me re dûa dikirin û li dij me ehlê hurmetê û sertewandî bûn.