87Sûreya Hûd
قَالُوا يَا شُعَيْبُ اَصَلٰوتُكَ تَأْمُرُكَ اَنْ نَتْرُكَ مَا يَعْبُدُ اٰبَٓاؤُ۬نَٓا اَوْ اَنْ نَفْعَلَ ف۪ٓي اَمْوَالِنَا مَا نَشٰٓؤُ۬اۜ اِنَّكَ لَاَنْتَ الْحَل۪يمُ الرَّش۪يدُ
Gotin: “Ya Şuayb! Qey nimêja te emrê te dike em dev ji tiştên (ji pûtên) ku bavûkalên me ji wan re îbadet dikirin berdin û di malên xwe de bi dilê xwe teserruf nekin? Bêguman tu mirovekî halîm û aqilmend î.
Jêrenot
(Kesên muşrîk ligel bi Allah (ac) bawerin jî ji ber ku laîk in qet naxwazin ku Allah (ac) tevlî karûbarên dinyayê bibe. Ew dixwazin ku di urf û adetan de û di mijara ka mal ji ku derê tê qezenckirin û li ku derê tê serfkirin de bitene însan qerar bidin. Li Allah (ac) ecêb dimînin ku (bi hukmên xwe) mudaxeleya esasên banqeyan û borseyê û bor şeye ekonomîyê dike. Li gorî wan îbadet ew tiştê ku bitene di navbera mirov û Rabbê wî de mijarekî wîjdanî ye. Divê îbadet qet tu carî nekeve qada fermî/qada gelemperî û di jiyana civakî de ne di rewşeke diyarker de be.
Lê daweta pêxemberan li ser vê bingehêye ku; Allah (ac) erd û esmanan e û desthilatdarî/otorîte wek mutleq aîdê wî ye û Allah (ac) bi hukim û ehkamên xwe mudaxilê her qadên jiyanê ye. (Bnr.6/En’am, 3)
Tiştekî pir balkêş e ku kesên muşrîk exlaqê îslâmê bi bîra dawetvanên tewhîdê tînin. Li gorî wan helîmtî û aqilmendîtî bi ‘nehişyarkirina civakê û pêkneanîna şahidîya ji heqîyê re û netêkildarî ya bi tehl û tirşê xelkê’ pêk tê. Kesên ku evan tiştan dikin hebe nebe mirovên serhişk û dinyanedîtî û aşirî û radîkal in.
Hemû pêxember (as) bi şahidîya Allah (ac) xwedî exlaqê xweş û helîm û aqilmend bûn. Ev xisûsîyeta wan di nava gelên xwe de ji pêkanîna emrê qencîyê û nehya xerabîyê û navandina wan a şirkê bi navê şirk û masîyetê jî bi navê masîyetê qet nebûye asteng.)