Vegere Sûreya Hûd

Hûdهود

87. Ayet

87Sûreya Hûd
Di Mushefê de Veke

قَالُوا يَا شُعَيْبُ اَصَلٰوتُكَ تَأْمُرُكَ اَنْ نَتْرُكَ مَا يَعْبُدُ اٰبَٓاؤُ۬نَٓا اَوْ اَنْ نَفْعَلَ ف۪ٓي اَمْوَالِنَا مَا نَشٰٓؤُ۬اۜ اِنَّكَ لَاَنْتَ الْحَل۪يمُ الرَّش۪يدُ

Gotin: “Ya Şuayb! Qey nimêja te emrê te dike em dev ji tiştên (ji pûtên) ku bavûkalên me ji wan re îbadet dikirin berdin û di malên xwe de bi dilê xwe teserruf nekin? Bêguman tu mirovekî halîm û aqilmend î.

Jêrenot
(Kesên muşrîk ligel bi Allah (ac) bawerin jî ji ber ku laîk in qet naxwazin ku Allah (ac) tevlî karûbarên dinyayê bibe. Ew dixwazin ku di urf û adetan de û di mijara ka mal ji ku derê tê qezenckirin û li ku derê tê serfkirin de bitene însan qerar bidin. Li Allah (ac) ecêb dimînin ku (bi hukmên xwe) mudaxeleya esasên banqeyan û borseyê û bor şeye ekonomîyê dike. Li gorî wan îbadet ew tiştê ku bitene di navbera mirov û Rabbê wî de mijarekî wîjdanî ye. Divê îbadet qet tu carî nekeve qada fermî/qada gelemperî û di jiyana civakî de ne di rewşeke diyarker de be. Lê daweta pêxemberan li ser vê bingehêye ku; Allah (ac) erd û esmanan e û desthilatdarî/otorîte wek mutleq aîdê wî ye û Allah (ac) bi hukim û ehkamên xwe mudaxilê her qadên jiyanê ye. (Bnr.6/En’am, 3) Tiştekî pir balkêş e ku kesên muşrîk exlaqê îslâmê bi bîra dawetvanên tewhîdê tînin. Li gorî wan helîmtî û aqilmendîtî bi ‘nehişyarkirina civakê û pêkneanîna şahidîya ji heqîyê re û netêkildarî ya bi tehl û tirşê xelkê’ pêk tê. Kesên ku evan tiştan dikin hebe nebe mirovên serhişk û dinyanedîtî û aşirî û radîkal in. Hemû pêxember (as) bi şahidîya Allah (ac) xwedî exlaqê xweş û helîm û aqilmend bûn. Ev xisûsîyeta wan di nava gelên xwe de ji pêkanîna emrê qencîyê û nehya xerabîyê û navandina wan a şirkê bi navê şirk û masîyetê jî bi navê masîyetê qet nebûye asteng.)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

87- Dediler ki: "Ey Şuayb, senin namazın mı(96) atalarımızın taptığı şeyleri bırakmamızı ya da mallarımız konusunda dilediğimiz gibi(97) davranmaktan vaz geçmemizi emretmektedir. Çünkü sen, gerçekte yumuşak huylu, aklı başında (reşid bir adam) sın."