105Sûreya Maîde
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا عَلَيْكُمْ اَنْفُسَكُمْۚ لَا يَضُرُّكُمْ مَنْ ضَلَّ اِذَا اهْتَدَيْتُمْۜ اِلَى اللّٰهِ مَرْجِعُكُمْ جَم۪يعًا فَيُنَبِّئُكُمْ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Gelî ew ên îmân anîne! Hûn ji nefsa xwe mesûl in. Heta hûn li ser rêya rast bin, ew ên rêşaş/ên xerifî zerarê nadin we. Vegera we bi tevahî bi bal Allah ve ye. Ew, dê we ji kar û kirinên we agahdar bike.
Jêrenot
(Ev ayet ji dewra pêşî ve bi xeletî fêm bûye û bûye sedema ramîneke wisan şaş; wekî ku emrê qencîyê betal kiriye. Lê belê hevoka “Hûn ji nefsa xwe mesûl in” tê ser vê maneyê “Ji pêkanîna wan tiştên ku Allah li ser we ferz kiriye hûn mesûl in.” Çawa ku nimêj û hecc û rojîya meha Remezanê li ser ûmmeta îslâmê hatîye ferzkirin, weke van ev jî hatîye ferzkirin ku li ser rûyê erdê bibin şahîdê Allah û ji bo Allah edaletê qayîm bikin û emrê qencîyê bikin û ji xerabîyan/ji munkeratan jî nehiy bikin. Ayet, di maneyeke berfireh de delaletê emrê merûfê/emrê qencîyê dike.
Ebû Bekir (ra) rojekî ji însanan re wiha got: “Gelî însanan! Ayetek heye ku hûn wê bi şaşîtî şîrove dikin” û dawî de vê ayetê xwend û paşê wiha got: “Min ji Rasûlullah (ass) wiha bihîst: “Dema ku însan mûnkerata bi eşkerehî bibînin û ji bo guherandina wê tiştekî nekin, (bila bizanibin) cezayeke gelemperî/cezayeke umûmî ku ji hêla/alîyê Allah ve bigihîje wan nêzîk e.” (Ebû Dawûd, 4338; Tirmizî, 3057; Ibnî Mace, 4005))