137Sûreya Nîsa
اِنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا ثُمَّ كَفَرُوا ثُمَّ اٰمَنُوا ثُمَّ كَفَرُوا ثُمَّ ازْدَادُوا كُفْرًا لَمْ يَكُنِ اللّٰهُ لِيَغْفِرَ لَهُمْ وَلَا لِيَهْدِيَهُمْ سَب۪يلًاۜ
Bêguman ew ên ku îmân anîn û piştre bûne kafir, paşê dîsa îmân anîn û dawî de dîsa bûne kafir û di kufra xwe de zêde pê de çûne, Allah wan mexfîret nake û rêya rast jî nîşanî wan nade.
Jêrenot
(Kesên di vê ayetê de behsa wan dibe der heqê wan de nirxandineke wiha hatîye kirin ku; ewana munafiqên ku di navbera îmân û kufrê de herûdaîm di rewşa çûnehatê de ne. Ev, sinca/karaktera wan munafiqan e. Ew çiqas ji kufrê derdikevin û dikevin îmanê an jî ji îmanê derdikevin û noqî kufrê dibin, herî zêdetir ji heqqê dûr dikevin û di kufrê de pêş ve diçin.
Hin mufessîr jî vê ayetê wiha rave dikin: Kesên bûne mijara vê ayetê Cihû ne. Cihûyan îmân bi Mûsa (as) anîbûn. Piştre perestîya golikê kirin û bûn ji kafiran. Paşê tobe kirin û carekî din îmân anîn. Dema ku Îsa (as) wek pêxember hat, pêxemberîya wî înkar kirin û carekî din noqî kufrê bûn. Di dawî de li dij Rasûlullah de (ass) neyartîyeke dijwar kirin û bi vê awayê di kufra xwe de zêde pêş de çûn.)