Vegere Sûreya Yûsuf

Yûsufيوسف

40. Ayet

40Sûreya Yûsuf
Di Mushefê de Veke

مَا تَعْبُدُونَ مِنْ دُونِه۪ٓ اِلَّٓا اَسْمَٓاءً سَمَّيْتُمُوهَٓا اَنْتُمْ وَاٰبَٓاؤُ۬كُمْ مَٓا اَنْزَلَ اللّٰهُ بِهَا مِنْ سُلْطَانٍۜ اِنِ الْحُكْمُ اِلَّا لِلّٰهِۜ اَمَرَ اَلَّا تَعْبُدُٓوا اِلَّٓا اِيَّاهُۜ ذٰلِكَ الدّ۪ينُ الْقَيِّمُ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ

“Ew tiştên ku hûn ji xeynî wî ji wan re îbadet dikin, Allah der heqê wan de qet tu delîl neşandîye û ji hinek navên ku bavûkalên we li wan kiriye pê ve ne tiştek in. Hukim bitenê aîdê Allah e. Wî emir kiriye ku hûn evdîtîyê/îbadetê jê pê ve ji tu kesî re nekin. Ha ev e dînê rasterast. Lê pirên însanan nizanin.

Jêrenot
(Ayetên 37-40. bi me daye zanîn ku: a. Banga tewhîdê bingeha hemû xebatên îslâmî ye. Pêşanîya kesên muwahhîd li her derî û di her demê de divê tewhîd be. Ligel ku Yûsuf (as) di zîndanê de bû û bêbextî lê hatibû kirin û ew ên hatibûn cem wî di mijara tewhîdê de qet tiştekî nizanîbûn û tu eleqeya xewna wan bi tewhîdê tune bû jî Yûsuf (as) ji teblîx û daweta tewhîdê paş de nema. b. Delîlê tewhîdê ya bingehîn ev heqîqetê ku piranî alozî ye/kaos e û yekîtî/wahidî jî silamet e. (Bnr.21/Enbîya, 22; 23/Mumînûn, 91) Tewhîd; ji bo ferd û civak û ser rûyê erdê ku em tê de dijîn rêkûpêk û xweşî ye. Lê şirk bixwe berevaja vê, alozî/gengeşî û terör/reşekujî û fitne ye. Eger Rabbê ku pêwistîya razîbûna wî û pêkanîna daxwazîyên wî ji yekî zêdetir bin, wê ev rewş bibe sebebê li ber hev rabûna kesên ku evdîtî li wan dikin û sebebê alozîyê. Di hestên muşrîkan de û di ramanên wan de û di meyldarîya/berpêbûnîya wan de û di daxwaza wan de herûdaîm kaos heye (22/Hecc, 31). Lewre ji yekî zêdetir mercîên ku wan beralî dikin û ji wan razîbûnê dixwazin hene. Urf û adet û daxwazên dê û bav û hêvîya/bendewarîya civaka modern û daxwazên kesane/şexsî û hewcetîyên manewî... c. Bawerîya rayeya çêkirina hukim/qanûndanîn/teşrî ku aîdê Allah e û jîyîneke li gor vê heqîqetê ji bo tu kesî ne lûks e, bilekîs ev nebe nabeya esasên aqîdeya îslâmê ye. Hukim ku aîdê Allah e (ac) bi du tiştan hatîye pevgirêdan: Evdîtîya ji Allah (ac) re û dînekî rasterast. Ew ên mensûbê vê dînê rasterast in ku rayeya hakimîyetê/serwerîyê didin Allah (ac) û ji qanûnên wî pê ve qet tu qanûnan nas nakin. Ew kesên ku hakimîyetê/serwerîyê ji xeynî Allah, bê qeyd û şert didin şexsekî an îdeolojîyekî an sazîyekî jî di vê rewşê de îbadetê hin navan/ramanan dikin ku Allah (ac) der heqê wan de qet tu delîl danexistîye.)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

40- "Sizin Allah'tan başka taptıklarınız, Allah'ın kendileri hakkında hiç bir ispatlayıcı-delil indirmediği, sizin ve atalarınızın ad olarak adlandırdıklarınızdan başkası değildir. Hüküm, yalnızca Allah'ındır. O, kendisinden başkasına kulluk etmemenizi emretmiştir. Dosdoğru olan din işte budur, ancak insanların çoğu bilmezler."