Bakara
Ayet: 31Rûpel: 5
(Li ser heyînan) hemû navan hînî Âdem kir. Û paşê ew nîşanî melaîketan da û ji wan re got: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, ka navê van ji min re bibêjin?”
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 31Rûpel: 5
(Li ser heyînan) hemû navan hînî Âdem kir. Û paşê ew nîşanî melaîketan da û ji wan re got: “Eger hûn di gotina xwe de rast in, ka navê van ji min re bibêjin?”
Ayet: 33Rûpel: 5
(Allah) got: “Ya Âdem! Navê van tiştan ji wan re bibêje” Dema ku (Âdem) navê wan (tiştan) ji wan re salox da (Allah) got: “Ma qey min ji we re negotibû ku ez bi xeyba erd û esmanan dizanim û ez bi tiştê ku hûn eşkere dikin jî û bi yên ku hûn vedişêrin jî dizanim.”
Ayet: 37Rûpel: 5
Âdem çend kelîmeyan ji Rabbê xwe wergirt û Allah (bi wan kelîmeyan) toba wî qebûl kir. Jixwe ew (yê ku evdên xwe muweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 2Rûpel: 127
Ew ê ku hûn ji herîyê xuliqandîyê û paşê ji we re (ji bo dema mirina we) ecelek danîye ew e. Muddeya (dema vejînê) jî li cem wî ye. Paşê hûn (hê jî) guman dikin.
Ayet: 26Rûpel: 262
Sond be, me însan ji hişkeherîyeke bêhndayî û reşeguherî xuliqand.
Ayet: 28Rûpel: 262
Bi bîr bîne, Rabbê te ji melâîketan re gotibûn: “Bêşik ez ê ji hişkeherîyeke reşeguherî însanekî bixuliqînim.”
Ayet: 7Rûpel: 414
Ew (Allah) ku; çi tiştê xuliqandîye herî xweşik û herî zexim çêdike û di serê pêşîn de ji herîyê dest bi xuliqandina însan kiriye.