Bakara
Ayet: 34Rûpel: 5
(Bi bîr bîne!) Wê demê me ji melaîketan re got: “Ji Âdem re herin secdê.” Ji xeynî Îblîs hemûyan secde kirin. Lê wî xwe qure kir û rû vegerand û bû ji kafiran.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 34Rûpel: 5
(Bi bîr bîne!) Wê demê me ji melaîketan re got: “Ji Âdem re herin secdê.” Ji xeynî Îblîs hemûyan secde kirin. Lê wî xwe qure kir û rû vegerand û bû ji kafiran.
Ayet: 35Rûpel: 5
Me got: “Ya Âdem! Tu û hevjîna xwe (jina xwe) di cennetê de bi cih bibin. Hûn li wê derê bi zêdeyî ji ku derê dixwazin ji wê bixwin. Lê nêzîkî vê darê nebin. Nexwe hûn ê bibin ji zaliman.
Ayet: 36Rûpel: 5
Şeytan pîyên wan/lingên wan ji wê derê (ji cennetê) şemitand û herduyan ji wê cihê ku tê de bûn derxist. (Allah) got: “(Ji wê derê) wek neyarê hevdu dakevin (dinyayê). Dê li ser rûyê erdê wê ji we re heta demekê warek (bicih bûn û jîyîn) û sûdwergirtina (ji nîmetên ser rûyê erdê) hebe.”
Ayet: 19Rûpel: 151
“Ya Âdem! Tu û hevjîna xwe di cennetê de bi cih bibin û hûn ji ku derê dixwazin jê bixwin. Nêzî vê darê nebin. Nexwe hûn ê bibin ji zaliman.”
Ayet: 20Rûpel: 151
(Axir şeytan) ji bo ku cihê wan ên awretê ku nuxamtî bû derêxê holê, wasewas da (dilê) wan. Û got: “Rabbê we ji bo ku hûn nebin melaîket an jî hûn nebin ji wan ên ku ebedîyen dijîn, xwarina ji vê darê ji we re qedexe kiriye.”
Ayet: 21Rûpel: 151
Ji wan re sond xwar (û got): “Bi rastî ez qencîya we dixwazim/şîreta xêrê li we dikim.”
Ayet: 22Rûpel: 151
(Bi van weswese û sondan) wan xapand û (her duyan jî) xiste tora/tevna xwe. Dema ku ji wê darê tam kirin, cihê wan ên awretê ji wan re hatibû xuyakirin. Wan jî bi pelê cennetê dest bi nixumandina xwe kirin. Rabbê wan wiha gazî wan kiribû: “Ma min ev dar li we qedexe nekiribû? Min negot ku ‘Şeytan ji we re dijminekî eşkere ye?”
Ayet: 23Rûpel: 152
Gotin: “Rabbê me! Bêşik me li nefsa xwe zilim kir. Eger tu me nebexşînî û merhametê li me nekî, bêguman em ê bibin ji ehlê xusranê.”
Ayet: 24Rûpel: 152
(Allah) got: “Ji hev re bi dijmintî ji wê derê dakevin! Li ser rûyê erdê heta demeke diyarkirî ji bo we wargeh/bi cihbûn û sûdmendî/debarî heye.”
Ayet: 61Rûpel: 287
Dema ku me ji melâîketan re gotibû: “Ji Âdem re secde bikin.” Ji xeynî îblîs hemûyan secde kiribûn. (Îblîs) got: “Qey ez tu cara ji wî kesê ku te ji herîyê xuliqandîye re secde dikim?”
Ayet: 62Rûpel: 287
(Îblîs) got: “Tu wî yê ku te ew ji min çêtir girtîye dibînî? Eger tu hetanî roja qiyametê muhletê bidî min ez ê ji hindikên wan pê ve yên mayîn têxim bin emrê xwe.”
Ayet: 50Rûpel: 298
Dema ku me ji melâîketan re gotibû: “Ji Âdem re herin secdê” ji xeynî Îblîs hemûyan secde kiribûn. Ew (Îblîs) ji cinan bû û ji emrê Rabbê xwe derketibû. Erê ma digel ku ew neyarê we ye hûn ê dev ji min berdin û xwe bi dostanîya wî û zurîyeta wî ve bigirin? Ev (tiştê bi dostanîya Allah) veguhertin çi qas xerab e.