Bazirganî/Danûsitendin
JIYANA DINYAYÊ - ÎMTÎHANAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Malên hevdu di navbera xwe de bi awayên batil (weke bertîl û riba û xesp û xapandin ku îslam van hemûyan heram kiriye) nexwin. Ligel hûn (bi çewtîya wê) dizanin jî bi bertil dayîna rayedaran, bi gunehkarî qismekî malên însanan nexwin.
Ji bo lutf û îhsana Allah bi dest bixin (di bazirganîya dema heccê de) li ser we tu guneh tune. Dema hûn ji Arafatê daketin, li Meş’arê Heram (li Muzdelifê) Allah zikir bikin. Weke ku we hîdayet kiriye hûn jî wî zikir bikin. Çendî berê (berîya ku we hîdayet bike) hûn ji rêşaşan bûn. (Vêya ji bîr nekin.)
Ew ên ku ribayê/selefê dixwin, weke rabûna wî yê sewsî ku (bi cinan ketîye) şeytan dest lê daye (ji qebrên xwe) radibin. (Ev ceza) ji ber ku digotin “Danûstendin jî weke ribayê ye.” Lê Allah danustendin helal û riba jî heram kiriye. Ji kî re (der heqê ribayê de) şîretek ji Rabbê wî were û ew dev ji ribayê berde, (piştî terka ribayê kir) malê/qezencê ku berê de bi dest xistîye ji wî re ye. Û rewşa wî hewalêyê Allah e (hukmê der heqê wî de aîdê Allah e). Kî dîsa li ribayê/li selefe vegere, ha ew ehlê agir in û wê di wir de ebedî bimînin.
Gelî ew ên îmân anîne! Dema we tiştek heta wexteke navlêkirî/demeke bellî bi deyn da hevdu, wî binivîsin. Bila katibek/nivîsvanek ji nav we bi edalet binivîse. Ew katib weke ku Allah pê daye zanîn xwe ji nivîsê nede paş û bila binivîse.
Bila deyndar jî deynê xwe bide nivîsandin û ji Allahê ku Rabbê wî ye bitirse û qet tu tiştekî ji wî (deynê) kêm neke. Eger deyndar aqilsivik be an (ji alî bedena xwe ve) zeîf be an jî ew bixwe nikaribe binivîse, bila welîyê wî bi edalet bide nivîsandin. Ji zilamên ku ji we ne du şahid bigirin.
Eger hûn du zilam nebînin, ji şahidên ku hûn ji wan qayîl in, zilamek û du jin bila şahidîyê bikin. (Hikmeta ku du jin dikeve şûna zilamekî de ev e) eger yek ji wan ji bîr bike jî da ku ya din bi bîra wê bîne.
Dema şahid ji bo şahidîyê hatin gazîkirin bila xwe nedin paş. Biçûk an mezin (deynên xwe) hetanî qewlê wî ji bo nivîsandinê sistahîyê nekin. (Nivîsandina we ya her cureyê deynan) li îndallah/li cem Allah şahidîya herî dadwer/adil û xurttir û ji bo ku hûn nekevin gumanê ya herî munasib e.
Lê belê eger hûn di navbera xwe de (weke esnafî û gerokerî û bazarên mihela) danûstendinekî daîmî (pêşîn) bikin û vêya nenivîsin ji we re guneh tune.
Dema danûstendinê de şahidan ji xwe re bigirin. Bila neheqî li nivîsvan/katib û şahidan neyê kirin. Eger (ji ber nivîsvanî an şahidî hûn zerarê bidin van însanan) ev ji bo we fisq/guneh e. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Allah, hînî we dike. Allah zanayê her tiştî ye.
Gelî ew ên îmân anîne! Tîcareteke ku hûn bi rizayê beramberê hev dikin ne tê de, di navbera xwe de bi rêyên batil malên hevdu nexwin. Xwe nekujin. Bêguman Allah li dij we pir bi merhamet e.
Kî vêya bi meqseda hed borandinê û zilimkarîyê bike em ê wî (wek cezayek) bêxin cehennemê. Ev, ji Allah re pir hêsan e.
Eger hûn ji wan gunehên mezin xwe biparêzin, em ê jî gunehên we (ên biçuk) binixumînim û we bigihînin meqamekî rûmetdar/bişeref.
Ewana zilam (ên wisan) in ku ne tîcaret û ne jî danûsitendin, wan ji bîranîna Allah û ji kirina nimêjê û ji dayîna zekâtê paş ve nahêle. Ew ji roja ku qelb û çav (ji toqînê) têne qelibandin, ditirsin.
Ma ew agahîya dawedaran (berberan/reqîban) gihîşte te? Dema xwe ji ser dîwara bilind ve avêtin (û ketibûn cem Dawûd).
Dema ketin cem Dawûd, ji wan tirsîya. Gotin: “Netirse! Em du dawedar in ku yekî ji me neheqî li yê din kiriye. Tu di navbera me de bi edaletî hukim bike, zilmê neke. Me bigihîne ser rêya rasterast.”
“Ev birayê min e. Not û neh mêşinên/pezên wî hene û yek mêşineke/pezeke min heye. (Ji min re) dibêje: “Wê jî bide min.” Di nîqaşê de jî bi ser min ket.”
Got: “Sond be bi xwestina tevlêkirina mêşina te ya bi ser yên xwe ve zilim li te kiriye. Bi rastî; ekserîyetê şirîkan dikevin heqê hevdu. Ew ên îman anîne û amelên salih dikin ne tê de. Ew jî çiqas kêm in!” Dawûd zen kir ku em wî îmtîhan dikin. Ji Rabbê xwe mexfîret xwest û çû rukûyê û berê xwe da (Allah).