Cezayê Meyildarîya Zaliman
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
(Digel van heqîqeta dizanin jî) ji însanan hin kes hene ku ji xeynî Allah hin heyînên din ji Allah re hinkûf/şirîk çêdikin û bi qasî ji Allah hez dikin, ji wan jî hez dikin. Lê ew ên îmân anîne ji her tiştî zêdetir ji Allah hez dikin. Ew ên zilimkar dema ku ezabê dibînin wê fêm bikin ku hemû hêz/quwwet aîdê Allah e û Allah xwedî ezabeke şedîd e.
Dema ew ên bûne pêşeng/rehber (lîderên dînî an sîyasî ku însan didan pey wan), ji peyrevên xwe teberrî dikin û dûr dikevin û ezabê dibînin têkilîyên di navbera wan de (hemû munasebetên dostanî û eqrebatî û tîcarî û dînî) tê birîn.
Ew ên bûne peyrew wiha dibêjin: “Xwezî ji me re derfetekî/fersendekî din hebûya (em carekî din vegerîyana dinyayê); her wekî ku ew ji me dûr ketin em ê jî ji wan (pêşeng û lîderan) dûr biketana.” Bi vî awayî ji bo ku bibe wesîleya poşmanî û xemgînîyê wê Allah amelên wan nîşanî wan bide! Û ew dê ji agir qet neyên derxistin.
Dema melâîket rohê wan kesên ku li nefsa xwe zilim kirine distîne, dibêjin: “Hûn di çi karî de bûn/hûn di kîjan sefî de bûn?” Dibêjin: “Em li ser erdê mustezef (ew ên bi kotekî di sefên muşrîkan de û bêçare) bûn.” (Melâiket) dibêjin: “Ma qey erdê Allah ne fireh bû ku we hîcret bikirana?” Sitargeha wan cehennem e. Ew der çi cihekî xerab e!
Teqez meylî zilimkaran/zaliman nekin! Nexwe wê agir bi we bigire. Ji Allah pê ve welîyên we/dostên we nabe, paşê alîkarî jî li we nayê kirin.
Hemû bi hev re derdikevin hizûra Allah. Mustezef (ên ku ji alî taxûtên mijokdar ve keda wan hatîye mijîn û bindest mane û bi îşkence û bi zordestîyê hatine bêrûmetkirin), ji mustekbîran re wiha dibêjin: “Em (li dinyayê) tabiên we bûn. Ma vêga hûn dikarin hinekî ji ezabê Allah ji ser me bidin alî/dê feydeyekî we bigihîje me?” Wê bibêjin: “Eger Allah hîdayet li me bikira, me yê hûn bigihandana ser rêya rast. (Êdî giringîya wê tune.) Em (li dij vê ezabê) sebir jî bikin û binalin jî ferq nake, ji me re cihê revê/xelasî tune.”
Piştî ku îş/kar pêk hat û qedîya şeytan jî wiha dibêje: “Bêguman Allah ji we re ya rast wead kir û min jî sozek da we lê ez li ser soza xwe nemam. Li ser we qet tu hêzekî min tune bû. Min bi tenê gazî we kir û we jî îcabetî banga min kir. (Nexwe) lomeyan li min nekin. Bi tenê xwe bixwe bilomînin. Ne ez dikarim we xelas bikim û ne jî hûn dikarin min xelas bikin! Bi rastî, jixwe ji berê de jî şirîkatîya ku we bi min dikir min nas nekiribû/min red kiribû. Bêguman ji bo zaliman ezabekî biêş û jan heye.