Bakara
Ayet: 190Rûpel: 28
Hûn jî bi wan ên ku bi we re şer dikin re di rêya Allah de şer bikin. Hûn zêdegavîyê nekin. (Lewre) Allah ji wan ên ku ji hedê xwe diborin hez nake.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 190Rûpel: 28
Hûn jî bi wan ên ku bi we re şer dikin re di rêya Allah de şer bikin. Hûn zêdegavîyê nekin. (Lewre) Allah ji wan ên ku ji hedê xwe diborin hez nake.
Ayet: 191Rûpel: 29
Hûn li ku derê rastî wan hatin wan bikujin. Ji cihê ku wan hûn jê (ji warên we) derxistibûn hûn jî wan derxînin. Fitne ji kuştinê xerabtir/dijwartir e. Li cem Mescîdu’l Heram, heta ew bi we re şer nekin hûn jî bi wan re şer nekin. Eger ew bi we re şer bikin, hûn jî bi wan re şer bikin. Cezayê kafiran ha wisan e.
Ayet: 192Rûpel: 29
Eger ew dev ji kirinên xwe berdin bêguman Allah (ew ê gunehan dibexşîne û disitirîne û evdên xwe ji aqubeta gunehan disitirîne) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 193Rûpel: 29
Heta fitne/şirk nemîne û dîn/otorîte bibe aidê Allah bi wan re şer bikin. Eger dev ji karen xwe berdin êdî ji zaliman pê ve ji kesekî din re dijminahî tune.
Ayet: 194Rûpel: 29
Meha heram, di berdêla meha heram de ye. Rêzgirtin/maf/destnedayînî (ku çavdêrîtîya wan pêwist e, ew) jî berhemberê hev in. Kî li dij we ji hedê xwe bibore û êrîşî we bike hûn jî êrîşî wî bikin û misil bi misil berdêl bidin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Û bizanibin ku Allah, bi Mutteqîyan re ye.
Ayet: 195Rûpel: 29
Di rêya Allah de înfaqê bikin û (bi paş mayîna ji têkoşîna îslâmî) xwe bixwe neavêjin xeterê/talukê. Evdîtîya xwe herî xweşik bikin. Muheqeq Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Ayet: 216Rûpel: 33
Digel li xweşa we naçe jî şer li ser we hatîye ferzkirin. (Dibe ku) tiştên li xweşa we naçin, ji we re bixêrtir be û tiştên li xweşa we diçin jî ji bo we şer be. Allah dizane, hûn nizanin.
Ayet: 71Rûpel: 88
Gelî ew ên îmân anîne! Tedbîrê xwe bigirin/xwe bisitirînin. Kom bi kom an jî tevde derkevin şer.
Ayet: 72Rûpel: 88
Bêguman di nav we de (ji bo derketina şer) hin kesên ku cangiranî dikin hene. Eger musîbetek bê serê we, wiha dibêjin: “Allah lutûf (qencî) bi min kir ku ez ne bi wan re bûm.”
Ayet: 73Rûpel: 88
Lê dema fedleke (qencî û nîmeteke) ji Allah bigihîje we, wekî ku di navbera we de (bi zahir pêwendîya hezkirinê û) dostanî qet tuneye wiha dibêje: “Xwezî ez jî bi wan re bûma da ku min jî qezenceke mezin bi dest xwe bixista.”
Ayet: 74Rûpel: 88
(Nexwe) ew ên ku heyata dinyayê (feda kirine û di) berdêlê de axîretê sitendine bila fîsebîlîllah qîtal/şer bikin. Kî di rêya Allah de şer bike û bê kuştin an jî bi ser bikeve (xalib bibe), em ê mikafateke mezin bidinê.
Ayet: 75Rûpel: 89
Ma çi bûye ji we ku hûn di rêya Allah de û ji bo mêr û jin û zarokên mustezef (yên jar û belengaz ku alîkarî daxwaz dikin û) dibêjin: “Rabbê me! Me ji vî şarî/ji vî bajarî ku gelê wî zordar in derîne. Xwedîyekî ji cem xwe ji me re bişîne, alîkarekî jî ji cem xwe ji me re bişîne” qîtal/şer nakin.
Ayet: 76Rûpel: 89
Ew ên îmân anîne di rêya Allah de û ew ên kafir jî di rêya taxût de qîtal/şer dikin. (Nexwe) bi dostên şeytan re qîtal/şer bikin. Bêguman hîleyên (kemînên) şeytan herî qels e.
Ayet: 77Rûpel: 89
Ma tu nanêrî li wan kesên ku ji wan re hatîye gotin: “Destê xwe (ji şer) bikişînin û nimêja xwe bikin û zekâta xwe bidin.” (Ji bo ku şer li ser wan ferz bibe israr dikirin) lê dema şer li ser wan ferz bû komek ji wan wekî ku ji Allah ditirsîyan hê jê zehftir ji însanan ditirsîyan û wiha digotin: “Rabbê me! Ma çima te li ser me qîtal/şer ferz kir? Ma ne dibû ku heta demeke nêz te muhletê bida me?” Bibêje: “Xweşîya dinyayê kêm e. Ji bo Mutteqîyan axîret çêtir e. Bi qasî mûyekî jî neheqî li we nayê kirin.”
Ayet: 84Rûpel: 90
Di rêya Allah de şer/qîtal bike. Tu ji xwe tenê mesûl î û mumînan jî teşwîqê qîtalê bike. Hêvî dibe ku Allah hêza kafiran (ku li ser mumînan dibe sebebê zext û tehdehîyê) asteng bike. Lewre hêza Allah xurttir e û cezayê wî jî herî dijwartir e.
Ayet: 17Rûpel: 178
Yê ku wan dikuşt ne hûn bûn, lê Allah ewana kuşt. Dema te diavêt jî ne te diavêt, lê Allah (bû yê ku) diavêt. Ji bo ku (nîmeta serkeftinê bi wan bitamîne û) mumînan bi îmtîhaneke xweşik (biceribîne) loma (ev kir). Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ayet: 38Rûpel: 180
Ji wan kafiran re bibêje: “Eger dev jê (ji şirk û kufrê) berdin tiştên ku berê de kiribûn wê bên efûkirin. Na, eger dîsa berepaş (bi şirk û kufrê) ve bizivirin, bila bizanibin ku wê hukmê neguhêrbar a berîya wan (a der heqê qewmên ku Rasûlan tekzîb dikirin de carî bû) wê ji bo wan jî carî bibe.”
Ayet: 39Rûpel: 180
Heta (li ser rûyê erdê) fitne/şirk nemîne û dîn (otorîte/desthilatî) bibe yê Allah bi wan re şer bikin. Eger dev jê (ji şirk û kufrê) berdin, bizanibin ku Allah kar û kirinên wan dibîne.
Ayet: 40Rûpel: 180
Eger ew (ji daweta we) rû vegerînin bizanibin ku Allah mewlayê/dostê we ye. Ew çi xweş mewla ye/dost e û çi xweş alîkar e.
Ayet: 64Rûpel: 184
Ya Nebî! Allah besî te ye û besî mumînên peyrevê te ne.
Ayet: 65Rûpel: 184
Ya Nebî! Mumînan teşwîqê qîtalê/şerê bike. Eger di nava we de bîst kesên bisebr/bitebat hebin dikarin du sed kesî (ji wan) mexlûb bikin. Eger di nava we de sed kes hebin dikarin hezar kafirî mexlûb bikin. Ev, ji ber ku ew (kafir) qewmekî bêfêhm in/tênegihêj in.
Ayet: 66Rûpel: 184
Aniha, Allah zanîbû di we de zeîftî heye û (barê we) sivik kir. Ji we sed kesên bisebr hebe (ji wan) du sed kesî mexlûb dike. Ji we hezar kes biîznîllah ji wan du hezar kesî mexlûb dikin. Allah bi sebirvanan re ye.
Ayet: 5Rûpel: 186
Dema mehên birûmet/mehên heram derketin/borîn, êdî hûn muşrîkan li ku derê bibînin bikujin. Wan bigirin û dor li wan bipêçin û li ser her çavnêrîgehê ji bo wan rûnên (û çavnêrîya wan bikin). Eger (ji şirkê) tobe bikin û nimêja xwe rasterast bikin û zekâta xwe bidin êdî rê li wan vekin. Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 12Rûpel: 187
Eger di piştî peymanên xwe de ew sonda xwe bişkênin û zimanê xwe dirêjî dînê we bikin (bi vir de wir de xeber bidin) êdî hûn serokên kufrê bikujin (bi wan re qîtalê bikin). Lewre sond/ehd ji wan re tune. Hêvî heye ku dev jê (ji van fiêlên xwe) berdin.
Ayet: 13Rûpel: 187
Ma bi qewmekî ku sondên xwe şikandine û xwestine ku Rasûl ji warê wî derxînin û cara pêşîn bi we re (herb) kirine re, hûn şer/qîtal nakin? Ma qey hûn ji wan ditirsin? Eger bera hûn mumîn bin, Allah çêtir layiq e ku hûn jê bitirsin.
Ayet: 14Rûpel: 188
Bi wan re şer bikin da ku Allah bi destên we ezab li wan bike û wan riswa bike û we li ser wan serkeftî bike û civata mumînan dilşad bike/dilê wan hênik bike.
Ayet: 15Rûpel: 188
Ji dilê wan (mumînan) hêrs/xezeb rake (dabin bike). Allah ji bo kî daxwaz bike tobeya wî qebûl dike. Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ayet: 16Rûpel: 188
Nexwe hûn guman dikin ku hetanî Allah ji we ew ên cîhad kirine û ji Allah û Rasûlê wî û mumînan pê ve hemsir/dost ji xwe re negirtine eşkere neke û ji hevdu neveqetîne wê dev ji we bê berdan? Allah ji kar û kirinên we agahdar e.
Ayet: 29Rûpel: 190
Hûn, ew ên ji Ehlê Kitêb in û yên îmân bi Allah û bi roja axîretê neanîne û yên tiştên ku Allah û Rasûlê wî heram kirine wek heram napejirînin û dînê heq (îslâm) ji xwe re nekirine dîn, heta ew bi destê xwe bi kêmrûmetî/biçûkketî cîzyeyê nedin we, bi wan re şer bikin.
Ayet: 36Rûpel: 191
Bêguman ji roja ku erd û esman xuliqandîye pê ve li gorî Kitêba Allah, hejmara mehan li îndallah/li cem Allah dozdeh in. Çar ji wan mehên heram in (ku di wan de şer qedexeye). Ha dînê rasterast ev e. Êdî di wan mehan de (bi binpêkirina hudûdullah) zilmê li xwe nekin. Çawa ku muşrîk tev bi hev re bi we re şer dikin, hûn jî bi muşrîkan re bi tevahî şer bikin. Bizanibin ku Allah bi Mutteqîyan re ye.
Ayet: 41Rûpel: 193
Bi barsivikî û bi bargiranî ve derkevin şer. Di rêya Allah de bi can û malên xwe cîhad bikin. Eger hûn bizanibin, ev ji bo we bixêrtir e.
Ayet: 91Rûpel: 200
Ji bo wan ên li dij Allah û Rasûlê wî re samîmî ne/dilsoz in lê zeîf û nexweş in û ji ber ku tiştekî xerc bikin nabînin (û nikarin derkevin şer) re gunehek tune. Di aleyha muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin de jî rêyek tune. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.