Di Şahidîyê De Dirustî û Edalet

ŞERÎET Û PERGALA CIVAKÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

7ayet hatin dîtin
Di Şahidîyê De Dirustî û Edalet
1

Mâide

Ayet: 8Rûpel: 107

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Ji bo Allah bi şahidîyeke adil heqîyê qaîm bikin (rakin pîya). Buxza/kîna we ya li hemberî qewmekî bila we ji edaletê nevegerîne. Dadwer bin/Adil bin! Lewre ev (adilbûn) nêzîktirê teqwayê ye. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah, ji amelên ku hûn dikin agahdar e.

2

Mâide

Ayet: 106Rûpel: 124

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Dema yek ji we kete ber mirinê, di dema amadekirina wesîyetê de bila ji we du kesên adil/dadwer şahidî bikin. Eger hûn di rewşa rêwîtîyê de bin û bikevin ber mirinê, du kesên ku ne ji we ne bikin şahid. Eger hûn der heqê (şahidîya) wan de bikevin gumanê, wan piştî nimêjê bisekinînin û bila bi sonda li ser navê Allah wiha bibêjin: “Eqrebayên me bin jî em qet sonda xwe bi tiştekî din naguherînin. Em şahidîya Allah naveşêrin. (Eger em veşêrin) wê gavê em ê bibin ji gunehkaran.”

3

Mâide

Ayet: 107Rûpel: 124

Here Ayetê

Eger derkeve holê ku ew her du (şahid rast negotine an jî heqîyê veşartine û) bûne gunehkar, wê demê ji ew (waris û kes) ên nêzî mirî ku neheqî li wan hatîye kirin du kes bikevin şûna (şahidên derewîn) û wiha sond dixwin: “Em bi navê Allah sond dixwin ku şahidîya me ji şahidîya wan herduyan rasttir e. Em ji hedê neborîne. Nexwe helbet em ê bibûna ji zilimkaran.”

4

Mâide

Ayet: 108Rûpel: 124

Here Ayetê

Ev (usûl/şêwe); ji bo we ya herî munasib e ku şahidîya xwe bikaribin pêk bînin û piştî sonda xwe şahid ji vê tirsê (emîn bibin) ku şahidî li wan bê vegerandin Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û guhdarê (gotinên) wî bin. Allah, koma fasiqan hîdayet nake.

5

Yûsuf

Ayet: 81Rûpel: 244

Here Ayetê

Vegerin/bizivirin cem bavê xwe û wiha bibêjin: “Hê bavê me! Bêguman kurê te dizî kir. Em enceq ji tiştên dizanin re şahidîyê dikin. Em ne (ew ên piştperda bûyeran dizanin) hafizê xeybê ne.”

6

Talak

Ayet: 2Rûpel: 557

Here Ayetê

Dema ku mûddeta (iddeya) xwe qedandin êdî an bi xweşikahî li wan vegerin an jî bi qencî wan berdin. Ji nav xwe du şahidê dadwer/adil bigirin û şahidîya xwe ji bo Allah rasterast bikin. Ew ên îman bi Allah û bi roja axîretê anîne re bi vêya şîret tê dayîn. Her kî ji Allah bitirse û xwe biparêze wê (Allah jî) jê re rêyekî veke/rêderekî çêke.

7

Meâric

Ayet: 33Rûpel: 568

Here Ayetê

Ew şahidîyên xwe rasterast pêk tînin.