Dilsozîya Siparteyan û Îxanet
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bêşik Allah emrê we dike ku hûn emanetan bidin ehlê wan û dema we di nava însanan de hikum kir, bi edaletê hikum bikin. Allah bi vêya çi şîretên xweş li we dike! Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (yê ku her tiştî dibîne) Basîr e.
Bizanibin ku; mal û zarokên we ji bo we fitne ne. Bêguman li îndallah/li cem Allah mikafateke/xelateke mezin heye.
Û ew, (çi ew ên di navbera xwe û Rabbê xwe de û çi di navbera xwe û însanan de) emanetên xwe diparêzin û li ser ehdên xwe disekinin.
Ew (divê sparî/emanet û ehdên xwe yên di navbera xwe û Rabbê xwe de be an jî divê yên di navbera xwe û mirovan de be) miqateyê sparîyên/emanetên xwe ne.