Elametên Qiyametê

MIRIN Û AXÎRET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

6ayet hatin dîtin
Elametên Qiyametê
1

Kehf

Ayet: 97Rûpel: 302

Here Ayetê

(Ye’cûc û Me’cûc) êdî ne dikaribûn jê derbas bibin û ne jî tê de qûlek vekin.

2

Kehf

Ayet: 98Rûpel: 303

Here Ayetê

Got: “Ev, rahmetek ji Rabbê min e. Dema weada Rabbê min were dê wî serûbin bike. Weada Rabbê min heq e.”

3

Enbiyâ

Ayet: 96Rûpel: 329

Here Ayetê

Dema ku (benda) Ye’cûc û Me’cûc vedibe, êdî ji her derî êrîş dikin.

4

Enbiyâ

Ayet: 97Rûpel: 329

Here Ayetê

Dema weada heq/qiyamet nêz bûye. (Çaxê ku ew pêk tê) çavê kafiran beloq dibin (û dibêjin:) “Xwelî li serê me be! Bi rastî em ji vêya di xefletê de bûn. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, em zalim bûn.”

5

Neml

Ayet: 82Rûpel: 383

Here Ayetê

Dema ew ehd/qiyamet hate serê wan (wextê wê nêz bû) em ji wan re ji erdê dabbeyekî (heyînekî derasayî) dertînin. Ji wan re (wiha dibêje:) “Însanan bi ayetên me bi yeqînî nebawer bûn.”

6

Muhammed

Ayet: 18Rûpel: 507

Here Ayetê

Ma ew ji hatina qiyametê ku ji nîşka ve bi ser wan de bigire pê ve li hêvîya tiştekî din in? Ha va, elametên wê hatine. Dema ku qiyamet bi serê wan de bê wê çawa şîret bigirin?