Ew Ên Li Dij Hukmên Allah (ac) û Rasûlê Wî Derdikevin

TEWHÎD Û HEWCETÎYÊN AQÎDA TEWHÎDE

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

9ayet hatin dîtin
Ew Ên Li Dij Hukmên Allah (ac) û Rasûlê Wî Derdikevin
1

Nisâ

Ayet: 56Rûpel: 86

Here Ayetê

Bêguman ew ên der heqê ayetên me de noqî kufrê bûne em ê wan bixin nava agir. (Agir) çi cara çermê wan bipijîne, ji bo ku jana ezabê biçêjin/tam bikin em ê çermên wan (bi çermê nû ve) biguherînin. Bêguman Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

2

Nisâ

Ayet: 65Rûpel: 87

Here Ayetê

Na! Sond be bi Rabbê te ku, hetanî ew di lihevnekirinên di nav xwe de te nekin hakem û paşê di hukmên ku te dayî de dilê wan bê tengezarî be û wê qerara ku te dayî bi teslîmîyetê tam nepejirînin/neqebilînin, wan îmân neanîye.

3

Tevbe

Ayet: 29Rûpel: 190

Here Ayetê

Hûn, ew ên ji Ehlê Kitêb in û yên îmân bi Allah û bi roja axîretê neanîne û yên tiştên ku Allah û Rasûlê wî heram kirine wek heram napejirînin û dînê heq (îslâm) ji xwe re nekirine dîn, heta ew bi destê xwe bi kêmrûmetî/biçûkketî cîzyeyê nedin we, bi wan re şer bikin.

4

Tevbe

Ayet: 30Rûpel: 190

Here Ayetê

Cihûyan gotin: “Ûzeyîr, kurê Allah e.” Filleyan jî gotin: “Mesîh, kurê Allah e.” Ev gotinên devê wan in û peyvên kafirên berîya xwe dibêjin. Allah wan qehir bike/bikuje, çawa tên vegerandin?

5

Tevbe

Ayet: 31Rûpel: 190

Here Ayetê

Wan dev ji Allah berdane û hahamê xwe û keşeyên xwe û Mesîhê kurê Meryem ji xwe re kirin Rab. (Lê belê) ew bi îbadeta yek îlâhekî bitenê re hatibûn emirkirin. Ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Ew (Allah) ji tiştên ku pê şirîkatîyê dikin berî ye/munezzeh e.

6

Ahkâf

Ayet: 4Rûpel: 501

Here Ayetê

Bibêje: “Ew ên ji xeynî Allah we dûa li wan dikirin we dît? De nîşanî min bidin ka wan li ser rûyê erdê çi xuliqandine an jî qey hevkarîyeke wan di esmanan de heye? Eger hûn rastbêj in, de ka kitêbeke ku berîya vê (Qur'anê) hatibe an jî berhemekê ji ilmê (pêşîyan) ji min re bînin.

7

Ahkâf

Ayet: 5Rûpel: 501

Here Ayetê

Ma ew kesê ku dev ji Allah berdide û dûayê wan tiştan dike ku heta qiyametê wê nikaribin îcabetî (dûayên) wî bikin jê rêşaştir kî heye? Ew (ên ku dûa li wan tên kirin) ji wan dûayan bêxeber in.

8

Mucadele

Ayet: 20Rûpel: 543

Here Ayetê

Qet tu guman tune, ew ên (sînor û qanûnên wan nas nakin û bi danîna hin sînor û qanûnên din) bi Allah û bi Rasûlê wî re dijberîyê dikin di nava wan ên zelil/kêmxistî de ne.

9

Mucadele

Ayet: 22Rûpel: 544

Here Ayetê

Qewmekî ku bi Allah û bi roja axîretê îman anîbe; tu nabînî ku ew hezkirinê didin wan kesên dijminantiya Allah û Rasûlê wî dikin, welew ku ew bavên wan an zaroyên wan an xwişk û birayên wan an eşîra wan bin jî. Evana, (ew kes in ku Allah) di qelbên wan de îman nivîsandîye û bi rûhekî piştgirîya wan kiriye. Wê wan bêxe wê cennetê ku di bin de çem diherikin û tê de ebedî dimînin. Allah ji wan qayîl bûye. Ew jî (ji Allah) qayîl bûne. Evana alîgirên Allah in. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman ew ên bi ser dikevin alîgirê Allah in.