Ew Ên Muşrîk Pûtan Wek Şefaetvan Qebûl Dikin
MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ew dev ji Allah berdidin û ji wan tiştên ku feyde û zerar nagihîje wan re îbadet dikin û (wiha) dibêjin: “Evana li îndallah/li cem Allah ji bo me şefaetvan in.” Bibêje: “(Allah, îbadeta ji van heyînan re teqez meşrû nekiriye û rayeya şefaetê nedaye wan. Digel vê bi van îdîayan) hûn agahîya tiştê li erd û esmanan ku Allah bi wan ne xeberdar e didin?” Ew (Allah), ji wan tiştên ku jê re şirîk çêdikin munezzeh û herî bilind e.
Dûayên heq, yê ji Allah re (dihê kirin) e. Ew ên ji xeynî wî dûa ji wan re dihên kirin jî bi tu awayî nikarin bersivê bidin dûayên wan. Rewşa wan (ên ku ji xeynî Allah ji hinên din re dûa dikin) weke vê ye ku ji bo av were devê wî her du çengên/mistên xwe dirêjî avê dike (û vê bes dibîne). (Hal ev e ku bi vê awayê) ew (av) qethîyen nagihîje wî. Dûayên kafiran (ên ku ji xeynî Allah ji hinên din re dikin) ji xerifîtîyê/ji rêşaşîtîyê ku dê winda bibe pê ve ne tiştekî din e.
Ew (heyîn) ên ku ji wan re dûa dikin bixwe jî ji bo ku nêzî Rabbê xwe bibin li wesîleyan digerin û rahmeta wî dixwazin û ji ezaba wî ditirsin. Lewre ezaba Allah, pêwiste ku jê bê parastin.
Ji bo ku ji wan re bibe rûmet/serdestî/çavkanîya hêzê, ji xeynî Allah ji xwe re îlâhan girtin!
Nexêr! (Roja qiyametê) wê îbadetên wan înkar bikin û wê li hemberî wan (wek dijmin) cih bigirin.
Baldar bin/Dîqat bikin! Dînê xalis aîdê Allah e. Ew ên ji xeynî wî welîyan/dostan digirin (wiha dibêjin:) “Ji bo ku me nêzî Allah bikin em îbadetê wan dikin.” Allah, di mijarên ku tê de ketine îxtîlafê de, wê di navbera wan de hukim bide. Bêguman Allah, kesê derewker û kafir nagihîne hîdayetê.