Bakara
Ayet: 168Rûpel: 24
Gelî însanan! Ji tiştên helal û paqij ên li ser rûyê erdê bixwin û nedin pey qevzên/pêgavên şeytan. Lewre ew ji we re dijminekî eşkere ye.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 168Rûpel: 24
Gelî însanan! Ji tiştên helal û paqij ên li ser rûyê erdê bixwin û nedin pey qevzên/pêgavên şeytan. Lewre ew ji we re dijminekî eşkere ye.
Ayet: 172Rûpel: 25
Gelî ew ên îmân anîne! Ji wî rizqê helal û paqij ku me daye we bixwin. Eger hûn bitenê jê re evdîtî dikin ji Allah (tenê) re şikur bikin.
Ayet: 173Rûpel: 25
(Allah), ji we re enceq (heywan) ên mirar/term û xwîn û goştê beraz û heywana ku ji xeynî Allah li ser navê kesê din re hatibe serjêkirin heram kiriye. Lê belê her kî di zorê de/mecbûr bimîne û bê ku êrîşkarîya heqê kesên din û ji hedê xwe jî nebore (di xwarina van ên heramkirî de) ji wî re guneh tune. Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 3Rûpel: 106
Ji xeynî ew ên (li gorî serjêkirina şer’î) we gurandine pê ve; xwarina goştê (heywan) a mirarbûyî û xwîn û goştê beraz û heywana ku ji xeynî navê Allah li ser navê (heyînekî din) serjê bûye û goştê heywana fetisandî û yê bi lêxistina serê wê hatibe kuştin û yê ji jor de ketibe û yê bi qiloça (mirar) ketibe û yê ku cinawiran ew parçe kiribe û yê ku li ber pûtan hatine serjêkirin û siûd gerîna bi tîrên falan jî ji we re hatine heram kirin. Ev (ên hejmartî) hemû fisq in (derketina ji rêya heq e). Îro ew ên kafir ji dînê we (ji tune kirina îslâmê) hêvîya xwe birîne. (Nexwe) ji wan netirsin, bitenê ji min bitirsin. Min îro dînê we kâmil kir û nîmeta xwe ya li ser we temam kir û min îslâm ji we re wek dîn hilbijart. Kî jî di dema birçîbûnê de neçar/mecbûr bimîne û bê meyîldarîya gunehkarîyê (ji wan ên hejmartî bixwe) ji wî re guneh tune. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Ayet: 88Rûpel: 121
Ji rizqê helal û xweş ya ku Allah daye we bixwin û vexwin. Ji Allahê ku we îmân pê anîye bitirsin, xwe biparêzin.
Ayet: 90Rûpel: 122
Gelî ew ên îmân anîne! Bêguman şerab (xemr, araq) û qumar û kevirên (pûtên) çikandî û tîrên falê kirêtîyeke/pîsîtîyeke ji amelên şeytan in. Xwe ji wan dûr bigirin/bisitirînin da ku hûn xelas bibin.
Ayet: 119Rûpel: 142
Ma çi bûye ji we hûn ji ew (heywan) ên ku navê Allah li ser hatîye zikirkirin, naxwin? -Ew ên hûn ji bêçareyî dixwin ne tê de- wî (Allah) tiştên ku ji bo we heram in bi eşkerehî beyan kiriye. Bi rastî pirên wan bi nezanî û li gorî hewayên xwe (însanan) dixerifînin. Bêguman Rabbê te bi yên ji hedê xwe borîne çêtir dizane.
Ayet: 120Rûpel: 142
Dev ji (her çeşîdê) gunehên eşkere û yên bi dizî berdin! (Lewre) ên ku gunehan bi dest xwe dixin wê ji ber gunehên xwe yên dikin bêne cezakirin.
Ayet: 121Rûpel: 142
Ji (goştê heywan) ên ku navê Allah li ser wan ne hatîye zikirkirin nexwin. (Çimkî) ew fisq bixwe ye. Bêguman şeytan, ji bo ku bi we re mucadele bikin (bi gumanên wisan) pistepistê/telqînê li dostên xwe dikin. Eger hûn îtaetî wan bikin (û hûn jî bawer bin ku heywanên mirar helal in û tên xwarin) bêguman hûn ê jî bibin ji muşrîkan.
Ayet: 145Rûpel: 146
Bibêje: “Di nava wan ayetên ku ji min re wehîy bûne de ji bo kesê nanxwer re; ji xeynî (wê ya negihîştîye kêrê) mirar û xwîna herikandî û goştê beraz -ku bêşik ew, pîs e- an jî heywaneke ji xeynî Allah navê yekî din hatibe zikirkirin û li ser fisqê hatîye serjêkirin ne tê de, ez tiştekî heramkirî nabînim. Kî jî mecbur/di zorê de bimîne û zêde pê de neçe û ji sînor dernekeve dikare ji evanan bixwe, bêguman Rabbê te (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”
Ayet: 115Rûpel: 279
Allah ji bo we bi tenê meyte û xwîn û beraz û heywanên ku ji xeynî Allah bi navê hin heyînên din hatine serjêkirin heram kiriye. Her kî di zorê de bimîne bi şertê ku ji hedê xwe nebore û zêdayî neke (di xwarina van de ji bo wî guneh tune). Bêguman Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.