Helwestên Mumînan Ya Di Navbera Xwe û Li Dij Kafiran

MÛMÎN, MUSLÎM, KAFIR, MUŞRÎK, MUNAFIQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

4ayet hatin dîtin
Helwestên Mumînan Ya Di Navbera Xwe û Li Dij Kafiran
1

Mâide

Ayet: 54Rûpel: 116

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Ji we kî ji dînê xwe vegere, Allah (di şûna we de) wê civakeke wisan derxîne ku ew (Allah) ji wan hez dike û ew jî jê (ji Allah) hez dikin. Ji mumînan re dilnerm/dilnizm in û li hemberî kafiran jî bi îzzet in/qewî ne. Fîsebîlillâh/di rêya Allah de cîhadê dikin û ji lomeyên lomedaran jî natirsin. Ev, lutfa Allah e. Allah ji kî re bixwaze dide wî. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

2

Tevbe

Ayet: 71Rûpel: 197

Here Ayetê

Mêrên mumîn û jinên mumîne dostên hevdu ne. Emrê bi’l marûf/emrê qencîyê dikin û ji munkerê/ji xerabîyê jî men dikin. Nimêja xwe dikin û zekâtê didin û îtaetî Allah û Rasûlê wî dikin. Allah wê rahmetê li wan bike. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

3

Fetih

Ayet: 29Rûpel: 514

Here Ayetê

Muhammed, Rasûlê Allah e. Ew ên pê re ne li dij kafiran dijwar in û di navbera xwe de dilbirehim in. Tu wan; di nav rukûvanan û secdebiran de û di daxwazîya bi dest xistina ji lutf û razîbûna Allah de dibînî. Elameta wan ev e ku, di rûyên wan de dewsa secdê heye. Ev wesfê wan a di Tewratê de ye. Wesfên wan ên di Încîlê de jî wiha ne ku; ew, weke çandek in ku zîl daye û xurt û sitûr bûye û xwe li ser koka xwe girtîye ku ev jî li xweşa cotkaran diçe. (Mîsala xurt bûn û belav bûna wan a wekî çandekî) ji bo ku kafir pê hêrs bibin hatîye dayîn. Allah, ji nav wan ew ên ku îman anîne û amelên salih kirine re mexfîret û xelateke herî mezin wead kiriye.

4

Mumtehine

Ayet: 1Rûpel: 548

Here Ayetê

Gelî ew ên îman anîne! Hûn, kesên dijminê min û yê we ne ji xwe re nekin dost/welî. Digel ku ew, heqîya ji we re hatîye înkar dikin jî hûn ji wan re rapêşîya hezkirinê dikin (agahî û sirrên mûmînan digihînin wan). (Hal ev e ku wan,) ji ber ku we îman bi Allahê ku Rabbê we ye anîbû, pêxember û hûn (ji Mekkeyê) derxistibûn. Eger hûn bi armanca cîhada di rêya min de û bi dest xistina razîbûna min derketibin (rê), ma (çawa dibe) ku hûn (di dilê xwe de) ji wan re hezkirineke bi dizî bihewînin. Ez bi ya ku hûn vedişêrin jî û bi ya ku hûn eşkere dikin jî dizanim. Ji we kî vêya bike (hez wan bike û agahîyên mûmînan bigihîne wan) bêguman, ew ji rêya rasterast averê bûye.