Hêvîbirîna Ji Rahmeta Allah (ac) Kûfr E

ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

7ayet hatin dîtin
Hêvîbirîna Ji Rahmeta Allah (ac) Kûfr E
1

Yûsuf

Ayet: 87Rûpel: 245

Here Ayetê

“Gelî kurên min! Herin li Yûsuf û birayê wî dormedor bigerin. Ji rehma/ji alîkarîya Allah hêvîya xwe nebirin. Lewre ji koma kafiran pê ve tu kes ji rehma Allah hêvîyê nabire.”

2

Hicr

Ayet: 55Rûpel: 264

Here Ayetê

Gotin: “Me mizgînîya heqîyê da te. (Nexwe) nebe ji wan ên bêhêvî.”

3

Hicr

Ayet: 56Rûpel: 264

Here Ayetê

Got: “Ji kesên xerifî pê ve kî ji rehma Rabbê xwe bêhêvî dimîne?”

4

Ankebût

Ayet: 23Rûpel: 397

Here Ayetê

Ew ên ayetên Allah û leqayîhatina wî înkar dikin... Ewana ji rahmeta min hêvîya xwe birîne. Ji wan re ezabekî biêş û jan heye.

5

Secde

Ayet: 16Rûpel: 415

Here Ayetê

Ew ên kêlekên/teniştên wan (ji bo ku şevê bi îbadet biborînin) ji nivînên xwe dûr dikêvin û bi xof û hêvî dûa dikin û ji rizqê ku me daye wan înfaq dikin…

6

Zumer

Ayet: 9Rûpel: 458

Here Ayetê

(Ma ev,) an jî ew kesê ku şevên xwe di qiyam û secdê de diborîne û xwe ji (ezabê) axîretê diparêze û bi hêvîya rahmeta Allah ji dil û bênavber (îbadetê Allah dike, bixêrtir e)? Ma ew ê zana û yên nezan qet dibin wekhev? Enceq ew ên aqilmend şîret digirin.

7

Zumer

Ayet: 53Rûpel: 463

Here Ayetê

Bibêje: “Gelî evdên min ên (bi kirina gunehên pirzêde) di aleyha nefsên xwe de zêde pêş de çûne! Ji rahmeta Allah hêvîya xwe nebirin. Bêguman Allah, hemû gunehan efû dike. Lewre ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.