Hezkirin
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Va hûn wisan in! Hûn ji wan hez dikin lê ew ji we hez nakin. Hûn bi temamê Kitêbê îman tînin. Lê ew dema leqayî we tên dibêjin: “Me îmân anî.” Lê çi dema bi serê xwe tenê dimînin, ji kîna xwe ya li hemberî we serê tilîyên xwe gez dikin. Bibêje: “Bi kîna xwe bicehimin/bibelqitin!” Bêguman Allah zanayê bi tiştên di singan de ye.
Gelî ew ên îmân anîne! Ji we kî ji dînê xwe vegere, Allah (di şûna we de) wê civakeke wisan derxîne ku ew (Allah) ji wan hez dike û ew jî jê (ji Allah) hez dikin. Ji mumînan re dilnerm/dilnizm in û li hemberî kafiran jî bi îzzet in/qewî ne. Fîsebîlillâh/di rêya Allah de cîhadê dikin û ji lomeyên lomedaran jî natirsin. Ev, lutfa Allah e. Allah ji kî re bixwaze dide wî. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
(Salih) ji wan rû vegerand û (wiha) got: “Gelî qewmê min! Min rîsaleta/hinarîya Rabbê xwe ragihande we û şîret li we kir. Lê belê hûn hez şîretkaran nakin.”
Ew ên îmân anîne û amelên salih kirine, wê Rahmân hezkirinê bike (qelbê wan).
“(Me wiha wehîy kiribû: wî) bixe tabûtê/sindoqê û (paşê) bavêje çem. Bila av wî bavêje/derêxe beravê (qeraxê). Bila yekî hem dijminê wî û hem dijminê min wî bigire. Da ku tu di bin çavdêrîya min de perwerde bibî min ji cem xwe hezkirinek avête ser te (kesê ku te bibîne wê hez te bike).”