Nisâ
Ayet: 117Rûpel: 96
Ew (muşrîk), dev ji Allah berdane û ji hinek pûtên ku bi navên mê binavkirine re dûa (îbadet) dikin. (Bi rastî) ew ji wî şeytanê asî pê ve ji kesî re dûa nakin.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 117Rûpel: 96
Ew (muşrîk), dev ji Allah berdane û ji hinek pûtên ku bi navên mê binavkirine re dûa (îbadet) dikin. (Bi rastî) ew ji wî şeytanê asî pê ve ji kesî re dûa nakin.
Ayet: 44Rûpel: 307
“Bavê min! Ji şeytan re perestî/evdîtî neke! Bi rastî şeytan ji Rahmân re bû serxwerabûyî/bû îsyankar.”
Ayet: 40Rûpel: 432
Wê rojê, wê wan hemûyan (bivejîne û) di hizûra xwe de bicivîne. Paşê ji melaîketan re dibêje: “Ma ev bûn ew ên ku ji we re îbadet dikirin?”
Ayet: 41Rûpel: 432
Wê bibêjin: “Em te tenzîh dikin. Dostê me/welîyê me tu yî, ne ew in. (Nexêr, ne wisan e!) Rastîya vê karê, wan îbadetê cinan dikirin. Û pirên wan, bi cinan (bi gotinên “Melaîket, qîzên Allah in.”, “Evana hûn nêzî Allah dikin.” yên batil re) îman dianîn.
Ayet: 60Rûpel: 443
Gelî Zaroyên Âdem! Ma min li we wiha ferman nekiribû: “Ji şeytan re evdîtîyê/îbadetê nekin, ew neyarê we yê vikîvekirî ye.”?