Îtaeta Hukmê Allah (ac) û Rasûlê Wî
TEWHÎD Û HEWCETÎYÊN AQÎDA TEWHÎDEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Bibêje: “Eger hûn ji Allah hez dikin, bidin pey min da ku Allah jî ji we hez bike û bila gunehên we efû bike.” Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
Bibêje: “Îtaeta Allah û Rasûlê wî bikin.” Eger ew (ji vê) rû vegerînin bi rastî Allah ji kafiran hez nake.
Dema ku ji wan re te gotin: “(Ji bo çareserîya pirsgirêkên we) werin bi bal ya ku Allah nazil kiriye û cem Rasûl”, tu wan mûnafiqan dibînî ku heta ji wan tê ji te direvin diçin.
Na! Sond be bi Rabbê te ku, hetanî ew di lihevnekirinên di nav xwe de te nekin hakem û paşê di hukmên ku te dayî de dilê wan bê tengezarî be û wê qerara ku te dayî bi teslîmîyetê tam nepejirînin/neqebilînin, wan îmân neanîye.
Dema ji bo ku Allah û Rasûlê wî di navbera wan de hikum bide, bang li wan tê kirin (tu lê dinêrî ku) komek ji wan rû vegerandine.
Eger heq bi dilê wan be, bi lezûbez tên (û ji hukim re) sitûyê xwe ditewînin.
Erê ma di qelbên wan de nexweşî/maraz heye? Nexwe ketin gumanê? An jî ditirsin ku Allah û Rasûlê wî wê neheqîyê li wan bike? (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, evana zalim bixwe ne.
Ji bo ku di navbera wan de hukim bide, dema bi bal hukmê Allah û Rasûlê wî ve bên vêxwendin gotina mumînan ev e: “Me bihîst û em îtaet dikin.” Ha ew ên ku xelas bûne ev bixwe ne.
Kî jî îtaetê Allah û Rasûlê wî bike û ji Allah (bi rêzdarî) bitirse û (ji ezabê wî) xwe biparêze, yên kesbdar/biqezenc in, ew bixwe ne.
Dema ku Allah û Rasûlê wî li ser tiştekî hukim dan, der heqê wî karî de ji bo mêr û jin ên mumîn re qet tu heqê hilbijartinê tune. Kî jî li dij Allah û Rasûlê wî serî rake, êdî ew bi rêşaşîyeke vikîvekirî xerifîye.