Îteata Ji Dê û Bav Re
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Rabbê te (bi vê pêwistîyê) hukim verbirîyê ku; ji wî pê ve ji kesî re îbadet nekin û ji dê û bavê xwe re qencîyê bikin. Eger ji wan yek an jî her du li cem te pîr bibin ji wan re nebêjin “Of” jî. Wan ne azirîne û gotina xweş ji wan re bibêje.
Ji wan re bi hestên dilovanî tevbigere û dilnizm be (wan têxe bin baskên xwe yê merhamet û dildarîyê) û bibêje: “Rabbê min! Çawa ku wan min mezin kirin û gihandin tu jî bi rehma xwe bi wan re bike.”
Rabbê we bi tiştên di nefsên we de ye herî qenc dizane. Eger hûn bibin însanên salih, qet tu guman tune ku (Allah) ji bo wan ên ku berê xwe pirzêde didin wî/ji bo wan ên ewwabîn re pir bexşende ye/xafûr e.
Me şîret li însan kir da ku bi xweşikahî muamele bi dê û bavê xwe re bike. Eger ew herdu bixwazin tiştekî ku zanîna te pê tune ji min re bikî şirîk, êdî tu îtaeta wan neke. Vegera we her bi bal min ve ye û ez ê we ji kar û kirinên we agahdar bikim.
Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hildigire û veqetana wî (ji şîr jî) di nav du salan de ye. Ji min re û ji dê û bavê xwe re şikur bikin. Veger bi bal min ve ye.
Di şirîk çêkirina ji min re tiştê ku zanîna te pê tune de eger te bidin zorê, îtaeta wan neke. (Lê) di dinyayê de bi wan re bi xweşî derbas bike. Bibe tabîê wî kesî ku berê xwe daye min! Paşê vegera we bi bal min ve ye û ya ku we dikir ez ê we pê agahdar bikim.
Ji bo dê û bavên wan me şîret li însan kir (da ku bi qencî bi wan re muamele bikin). Dêya wî ew bi gelek zehmetîyan hilgirt û ew bi meşeqet welidand. Hilgirtina wî (ya hemîletîyê de) û veqetana wî (ya ji şîr) sî meh/heyv e. Axir dema ku gihîya û bû çil salî got: “Rabbê min! Îlhamê bide/min muwefeq bike ku ez ji wan nîmetên te daye min û dê û bavê min re şikur bikim. Zurîyeta min jî ji bo min isleh bike. Bêşik min ji te re tobe kir û ez ji muslîman im/ji evdên ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah (yek ji wan) im.”