Bakara
Ayet: 8Rûpel: 2
Ji însanan hin kesên ku (di heqîqetê de) ne mumîn in wiha dibêjin “Me bi Allah û bi roja axîretê îmân anîye.”
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 8Rûpel: 2
Ji însanan hin kesên ku (di heqîqetê de) ne mumîn in wiha dibêjin “Me bi Allah û bi roja axîretê îmân anîye.”
Ayet: 9Rûpel: 2
Li gorî xwe/ji wan we ye ku ew Allah û mumînan dixapînin, lê ew xwe bixwe dixapînin û tênagihîjin.
Ayet: 10Rûpel: 2
Di dilê wan de nexweşî (şûbhe û şehwet) heye. Allah jî nexweşîya wan zêde kiriye. Ji ber ku derewan dikin/diderewînin, ji bo wan ezabekî dijwar heye.
Ayet: 11Rûpel: 2
Dema ku ji wan re tê gotin: “Li ser rûyê erdê fesadîyê nekin!” Dibêjin: “Em bitenê ehlê islahê ne/xêrxwaz in.”
Ayet: 12Rûpel: 2
Baldar bin/Dîqat bikin! Birastî ew ên mufsîd/fesadîyê dikin her ew bixwe ne, lê ew vê fêm nakin.
Ayet: 13Rûpel: 2
Dema ji wan re bê gotin: “Wekî ku însanan îmân anîye hûn jî îmân bînin.” Dibêjin: “Erê, em ê çawan wekî wan hişsivikan/sefîhan îmân bînin?” Hişyar bin/Dîqat bikin; birastî hişsivik/sefîh her ew bixwe ne, lê bi vêya nizanin.
Ayet: 14Rûpel: 2
Dema ku leqayî mumînan dibin dibêjin: “Me îmân anîye!” Lê dema ku bi şeytanên xwe re tenê dimînin dibêjin: “Em bi we re ne, bes em henekên xwe/tinazên xwe bi wan dikin.”
Ayet: 15Rûpel: 2
(Birastî) Allah tinazê xwe bi wan dike û ji bo ku ew di nava bitirbûna xwe de bi tewşîtî (jiyana xwe bidomînin) muhletê dide wan.
Ayet: 16Rûpel: 2
Ha ew in, ên ku hîdayetê firotine bi dalaletê. (Di encama vê guherandinê de) tîcareta wan kar nekiriye û wan rêya rast jî neditîye.
Ayet: 17Rûpel: 3
Mîsala wan (dişibe vêya): Ew kesê ku agir pêxistîye. Çi dema (agir) pêket û ronahî da derdora wî; Allah, ji nîşka ve nûra wan/ronahîya wan dibe û wan di rewşeke nebînatî de dihêle!
Ayet: 18Rûpel: 3
Ew (munafiq) ker in (heqîyê nabihîzin/seh nakin) û lal in (heqîyê nabêjin) û kor in (heqîyê nabînin). (Ji ber ku wisan in jî) êdî ew venagerin (îmânê).
Ayet: 19Rûpel: 3
An jî (halê wan) weke rewşa wî kesê rastî baranekî hatîye ku di wê (baranê) de tarîtî û gurmegurm (a ewran) û birûsk heye. Ew ji ber tirsa mirinê û dehşeta/erjenga birûskan tilîyên xwe dixin guhên xwe. Allah, li ser kafiran (yê ku her tiştî hawîrdor zeft kiriye) Muhît e.
Ayet: 20Rûpel: 3
Birûsk giştîka/hindik mabû (zûka/bi lez) çavên wan jêbigire/vebigire. Dema ku (şewqa birûskê) pêşîya wan ronahî dike hinek dimeşin û çi gava tarîtî bi ser wan de digire (bi tirs û şaşîtî) di cihê xwe de disekinin. Eger Allah bixwesta helbet wê sehekên wan yê bihîstinê û yê dîtinê bistandiba. Bêguman Allah li ser her tiştî qadir e.
Ayet: 204Rûpel: 31
Ji însanan hin kes hene ku gotinên wan ên der heqê dinyayê de bi xweşa te diçe/bi gotina xwe tesîr li te dike û ew li ser tiştên di dilê xwe de (qencî û xweşikahî û isleh) Allah dike şahid. Lê belê ew dijminên herî dijwar in.
Ayet: 205Rûpel: 31
Dema (ku li ser karekî dibin rêveber an jî) ji cem we vedigerin û diçin, ji bo ku li ser rûyê erdê fesadîyê derxînin û çandinî û nesil/nifş helak bikin dixebitin. (Lê) Allah hez fesadê/xerakirinê nake.
Ayet: 206Rûpel: 31
Dema ku jê re tê gotin: “Ji Allah bitirse!” quretîya/kibra wî, ew bi ber bi gunehan ve dikişkişîne. Cehennem besî wî ye. Ew der çi warekî xerab e!
Ayet: 167Rûpel: 71
(Meqsedeke wî yên din jî) ji bo ku kesên munafiq jî bi eşkerehî diyar bibin. Dema ji wan re hate gotin: “Werin di rêya Allah de şer bikin an jî mudafea (ya muslîman) bikin” wiha gotin: “Eger me bi şer bizanibana em ê bi we re bihatana.” Ew roj (a ku vê peyvê gotin) ew ji îmanê zêdetir nêzîkî kufrê bûn. Tiştên ku di dilê wan de tunebû (tiştê pê nebawer bûn) bi devê xwe digotin. Allah bi tiştên ku veşartine çêtir dizane.
Ayet: 61Rûpel: 87
Dema ku ji wan re te gotin: “(Ji bo çareserîya pirsgirêkên we) werin bi bal ya ku Allah nazil kiriye û cem Rasûl”, tu wan mûnafiqan dibînî ku heta ji wan tê ji te direvin diçin.
Ayet: 88Rûpel: 91
Ma çi bûye ji we ku hûn der heqê munafiqan (ew ên hîcret nekirine) de bûne du firqe (û di mumîntî an kafirtîya wan de nîqaşê dikin)? Lê bele Allah ji ber tiştên ku bi dest xistine wan (munafiqan) serberjêr kiriye. (Nexwe hûn) dixwazin ku ew ên Allah wan xerifandîye bigihînin hîdayetê? Eger Allah kesekî bixerifîne êdî tu nikarî ji bo wî rêyekî (xelasîyê) bibînî.
Ayet: 138Rûpel: 99
Tu mizgîna ezabekî ji bo wan biêş û jan bide munafiqan!
Ayet: 145Rûpel: 100
Bêguman munafiq, di agir de di tebeqê herî jêrîn de ne. Tu ji bo wan qet alîkarekî jî nabînî.
Ayet: 49Rûpel: 182
Wê demê munafiqan û ew ên di qelbê wan de merez/nexweşî heye digotin: “Dînê wan ew xapandin.” Lê kî xwe bispêre Allah, bêguman Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.