Mahr/Nîkâh

MALBAT

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

9ayet hatin dîtin
Mahr/Nîkâh
1

Nisâ

Ayet: 3Rûpel: 76

Here Ayetê

Eger der heqê sêwîyan de hûn bitirsin ku hûn ê nikaribin edaletê pêk bînin, wê gavê ji jinên ku (ne yetîm in û) ji we re helal in du heb an sê heb an çar heb (jin) li xwe mehr bikin. Lê hûn bitirsin ku hûn ê nikaribin (di nav wan de) edaletê pêk bînin; qîma xwe bi yekê tenê an jî bi carîyeyên xwe bînin. Ev, ji bo ku hûn neheqîyê nekin ya herî munasîb e.

2

Nisâ

Ayet: 24Rûpel: 81

Here Ayetê

Ji ew (carîye) ên di bin destê we de ne tê de jinên mahrkirî jî ji we re hatîye heramkirin. (Ev ên hejmartî) li ser we hukmê Allah ya qethî ye. Bi jinên ji xeynî van, piştî ku hûn bi malên xwe (mehra wan bidin) û beyî ketina zinakarîyê daxwaza we ya zewaca bi wan re ji we re helal e. Piştî ku we (mehr) diyar kir, eger hûn di navbera xwe de li ser razîbûna xwe (ji heqên xwe biborin) ji bo we gunehek tune. Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

3

Nisâ

Ayet: 25Rûpel: 81

Here Ayetê

Ji we kesê ku nikare bi jinên azad û mumîne re bizewice, bila bi cêrîyên bin destê xwe ên mumîne re bizewice. Allah bi îmana we herî çêtir dizane. Jixwe hûn tev (ji bo ku hûn di biratîya îmanê û di mirovahîyê de wekhev in) ji hevdu ne. Êdî bi şertê ku bi namûs bin û ne zinakar bin û bi dizî dostan negirin, bi destûra malbata wan/xwedîyê wan, wan li xwe mahr bikin û li gorî urfê mehra wan bidin. Eger piştî zewacê zina bikin, nîvê cezayê jinên azad ji wan re heye. Ev (destûra zewaca bi cêrîyan re), kesê ku ji kirina zinayê bitirse ji bo wî ye. Lê hûn sebir bikin ji we re bi xêrtir e. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

4

Nisâ

Ayet: 127Rûpel: 97

Here Ayetê

Ew, der heqê jinan de ji te fitûyê dixwazin. Bibêje: “Allah ji we re der heqê wan de fitûyê dide.” Der heqê tiştên ji wan keçên sêwî re (di Kitêbê de) hatine nivîsandin ku we nedaye wan û (ligel vê) hûn dixwazin bi wan re bizewicin û der heqê zarokên aciz û sêwî de, ji bo ku edaletê li wan bikin, di Kitêba ku ji we re tê xwendin (di ayetan) de hene (ma ji we re ne bes in?) Hûn çi xêrê bikin Allah muheqeq pê dizane.

5

Mâide

Ayet: 5Rûpel: 106

Here Ayetê

Îro ji we re tiştên paqij hatine helalkirin. Wekî ku xwarina Ehlê Kitêb û (heywan) ên wan gurandîye ji we re helal in, xwarinên we jî ji wan re helal e. Ji jinên mumîne ên bi îffet û ew jinên ku berî we Kitêb ji wan re hatine dayîn ên biîffet jî bi şertê ku hûn binamûs bin û bi dizî ji xwe re dostan negirin û hûn heqê (mehra) wan bidin, zewaca bi wan re ji we re helal e. Kî îmanê înkar bike (li dij îmanê helwestên kufrê têxe holê) amelên wî betal bûye û ew li axîretê ji zîyandaran e.

6

Nûr

Ayet: 32Rûpel: 353

Here Ayetê

Ji nav we ew ên azib/nezewicî ne, bi carîye û koleyên salih/qenc re bizewicînin. Eger feqîr bin, wê Allah wan bi lutfa xwe dewlemend bike. Allah (ew ê bi lutf û îhsana xwe hemû heyînan dorpêç dike) Wasî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

7

Nûr

Ayet: 33Rûpel: 353

Here Ayetê

Ew kesên derfeta/îmkana zewacê nabînin, hetanî ku Allah wan bi lutfa xwe dewlemend bike bila îffeta xwe biparêzin. Ji carîye û koleyên we yên dixwazin ku (ji koletîyê xelas bibin) bi we re mukatebe/peyman çêbikin hebin, bi (kole û carîye) yên ku hûn di wan de xêr dibînin re mukatebe/peyman deynin. Û ji malên ku Allah daye we bidin wan jî. Ji bo ku hûn ê menfaeta dinyayê bi dest xwe bixin carîyeyên ku dixwazin îffeta xwe biparêzin bi zordarî fuhûşê bi wan nedin kirin. Kî jî (ji bo fuhûşê) wan bide zorê, bêguman Allah, ji bo zordestîya li ser wan (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

8

Ahzâb

Ayet: 37Rûpel: 422

Here Ayetê

Bi bîr bîne, te ji wî yê ku Allah nîmet dabûyê û te jî qencî pê kiribû (ji Zeyd b. Harîse) re wiha digot: “Jina xwe li cem xwe bigire û ji Allah bitirse.” Tiştê ku wê Allah eşkere bike te di nava xwe de vedişart û tu ji însanan ditirsîyayî. (Lê) yê ku herî çêtir layiqê jêtirsînê, Allah bû. Dema ku Zeyd (wê berda û) têkilîya xwe jê birî, me ew li te mehr kir. Heta ku ew ên we ji xwe re wek kurmarî girtine dema jinên xwe berdan, di vê mijarê de li ser mumînan di zewaca bi wan re de tengasî/zehmetî çênebe. Emrê Allah, hatîye bicih kirin.

9

Ahzâb

Ayet: 50Rûpel: 423

Here Ayetê

Ey Nebî! Ew hevjînên ku te mehra wan daye û carîyeyên ku Allah wek xenîmet dane te û ji yên ku bi te re hîcret kirine, dotmamên te û keçmetên te û keçxaletên te mehrkirina wan me ji te re helal kiriye. (Wekî din) ew jina ku xwe bexşî pêxember kiriye û pêxember jî xwestîye wê bistîne jî -mumînên din ne tê de, bi taybetî ji bo te tenê- me helal kiriye. Me ji mumînan re der heqê jinên wan û carîyeyên bin destê wan de çi ferz kiriye em dizanin. (Me wiha kir ku) ji bo te nebe tengasî. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.