Mey/Eraq û Xerabîyên Wê

EXLAQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

5ayet hatin dîtin
Mey/Eraq û Xerabîyên Wê
1

Bakara

Ayet: 219Rûpel: 33

Here Ayetê

Der heqê mey û qumarê de ji te dipirsin. Bibêje: “Di wan herduyan de ji bo însanan gunehkarîyeke mezin û çend feydeyên hindik hene. (Lê belê) gunehê herduyan jî ji feydeya wan mezintir e. Ji te dipirsin, ka em çi înfaq bikin? Bibêje: “Tiştên (ji hewcetîyên xwe) mayî/zêde (înfaq bikin).” Ji bo ku hûn bifikirin (û şîretan bigirin), Allah ayetên xwe ji we re beyan dike.

2

Nisâ

Ayet: 43Rûpel: 84

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Dema ku hûn serxweş bin, heta ku hûn bizanibin çi dibêjin û hûn cinûb bin -hûn di rêwîtîyê de bin ne tê de- heta ku hûn xwe neşûn nêzî nimêjê nebin. Eger hûn nexweş bin an rêwî bin an jî ji avrêjê hatibin an jî çûbin cem jinên xwe û we av nedîtibe; bi axeke paqij teyemmûm bikin. Dest û rûyên xwe mesh bikin. Bêguman Allah (yê ku gunehan efû dike) Afûw û (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr e.

3

Mâide

Ayet: 90Rûpel: 122

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Bêguman şerab (xemr, araq) û qumar û kevirên (pûtên) çikandî û tîrên falê kirêtîyeke/pîsîtîyeke ji amelên şeytan in. Xwe ji wan dûr bigirin/bisitirînin da ku hûn xelas bibin.

4

Mâide

Ayet: 91Rûpel: 122

Here Ayetê

Şeytan dixwaze ku bi şerabê (bi xemr û araqê) kîn û neyartîyê têxe nava we û we ji zikirkirina Allah û ji nimêjê bide paş. Êdî we dev ji wan (xerabîyan) berda ne wisa?

5

Nahl

Ayet: 67Rûpel: 273

Here Ayetê

Hûn ji fêkîyên (darê) xurme û ji tirî şerab/mey derdixin û rizqekî xweşik bi dest dixin. Ji bo qewmekî aqilmend di vê de ayet hene.