Mirin

MIRIN Û AXÎRET

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

12ayet hatin dîtin
Mirin
1

Âl-i İmrân

Ayet: 185Rûpel: 73

Here Ayetê

Her nefis wê mirinê tehm bike/biçêje. Û roja qiyametê tiştên ku we kirine wê bê kêmasî ji we re bên dayîn. Kî jî ji agir bête dûrxistin û têkeve cennetê, qet tu guman tune ku wî qezenc kiriye. Jixwe heyata dinyayê ji metayek xapandinê pê ve ne tiştek e.

2

Nisâ

Ayet: 18Rûpel: 79

Here Ayetê

Lê ew ên (bê tobedarî) xerabîyê dikin û dema mirin bi ser wan de digire dibêjin: ‘Min a niha tobe kir’ û ew ên li ser kufrê dimirin, tobeya wan tune. Me ji wan re ezabekî biêş û jan hazir kiriye.

3

Nisâ

Ayet: 78Rûpel: 89

Here Ayetê

Hûn li ku dibin bibin -dixwazin di kelehên zexm û asê de bin jî- dîsa wê mirin bi we bigire. Dema xweşîyek bigihîje wan dibêjin: “Ev ji cem Allah e.” Lê dema xerabîyek tê serê wan dibêjin: “Ev, ji rûyê te ye.” Ji wan re bibêje: “Hemû ji Allah in.” Erê ma çi bûye ji vê qewmê ku qet tu gotinê fêm nakin.

4

En'âm

Ayet: 60Rûpel: 134

Here Ayetê

Her ew e yê ku bi şev we dimirînê û bi roj jî ka hûn çi dikin pê dizane. Paşê hetanî ecelê we yê diyarkirî temam bibe we (bi roj) divejîne. Paşê vegera we jê re ye. Paşê wê agahîya karûkirinên we bide we.

5

En'âm

Ayet: 61Rûpel: 134

Here Ayetê

Ew, li ser evdên xwe (yê ku ji her tiştî re sitû dide tewandin) Qahir e. Ji we re (melâiket) ên parêzkar dişîne. Dema yek ji we dikeve ber mirinê hingê qasidên me (meleku’l mewt) rûhê wî distînin. Û ew wezîfeyên xwe bi awayekî bêqisûr dikin.

6

En'âm

Ayet: 62Rûpel: 134

Here Ayetê

Paşê, wê ew (rûh) ber bi Allah ve (yê ku çavkanîya heq û heqîqetê ye û) mewlayê Heq ve bên vegerandin. Baldar bin/Dîqat bikin! Hikum bitenê aîdê Allah e. Û ew, yê ku pir zû hisab dibîne/serîul hisab e.

7

En'âm

Ayet: 93Rûpel: 138

Here Ayetê

Ma ji wî kesê ku derew lihev tîne û bêbextîyê li Allah dike an digel tiştek jê re nehatîye wehîykirin jî dibêje: “Ji min re jî wehîy hatîye.” an jî dibêje “Wekî ku Allah nazil dike ez ê jî (Kitêb/wehîy) daxînim.” zalimtir kî heye? Xwezî dema ku taya mirinê bi wan digire/li ber sekeratê de te rewşa wan bidîta! Melâiket destên xwe dirêji wan kirine û (dibêjin): “De rohê xwe derînin! Îro ji bo ku we der heqê Allah de tiştên ne rast digot û we li hemberî ayetên wî quretîyê dikir, hûn ê bi ezaba ku bi riswatî bêrûmet dike re bêne cezakirin.”

8

Enbiyâ

Ayet: 34Rûpel: 323

Here Ayetê

Me di berîya te de jî ebedîyet nedaye qet tu beşerekî! Digel ku tu bixwe jî bimirî ma ew ê baqî/mayînde bimînin?

9

Enbiyâ

Ayet: 35Rûpel: 323

Here Ayetê

Wê her nefs mirinê bitamine/biçêjîne. Em we bi şer û bi xêr îmtîhan dikin. Û hûn ê li me bên vegerandin.

10

Ahzâb

Ayet: 16Rûpel: 419

Here Ayetê

Bibêje: “Reva we ya ji ber mirinê an jî ji ber kuştinê qet tu feyde nade we. (Hûn birevin jî bi qasî ûmrê we yê mayî) ji demeke kurt pê ve hûn îstîfade nakin.”

11

Zumer

Ayet: 30Rûpel: 460

Here Ayetê

Muheqeq, wê tu jî bimirî û ew jî dê bimirin.

12

Zumer

Ayet: 42Rûpel: 462

Here Ayetê

Dema ku wê bimirin Allah, rûhê wan (însanan) distîne. (Rûhê wî) yê ku (bedena wî) nemirîye jî di xewa wî de distîne. Der heqê kî de hukmê mirinê dabe (rûhê wî) distîne. Ew ê din (ya ku di xew de ye) jî heta demeke diyarkirî serbest berdide. Bêşik di vê de, ji bo qewmekî difikirin re ayet hene.