Paqijî

EXLAQ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

5ayet hatin dîtin
Paqijî
1

Mâide

Ayet: 6Rûpel: 107

Here Ayetê

Gelî ew ên îmân anîne! Dema hûn rabûn nimêjê rûyên xwe û heta enîşkan/ligel enîşkan destên xwe bişon. Serê xwe mesh bikin û heta her du panîyên xwe, pîyên xwe jî (bişon). Eger hûn cinûb bin xwe (bi xuslê) paqij bikin. Lê hûn nexweş bin an rêwî bin an jî ji we yek ji avrêjê hatibe yan jî we dest dabe jinan û (di vê rewşê de) we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemmûm bikin. Bi wê (axê) rûyên xwe û destên xwe mesh bikin. Allah, (di mijara dîn de) naxwaze ji we re zorahî derxîne/we bide zorê. Lê Allah, ji bo hûn şikur bikin dixwaze we paqij bike û nîmetên xwe li ser we temam bike.

2

Mâide

Ayet: 100Rûpel: 123

Here Ayetê

Bibêje: "Tu li piranîya/zehfbûna tiştê mirdar ecêbmayî bimînî û (ew tiştê hanê) li xweşa te here jî mirdar û paqij nabin wekehev. Gelî aqilmendan, ji Allah bitirsin da ku hûn bigihîjin felahê/xelasîyê.”

3

Enfâl

Ayet: 37Rûpel: 180

Here Ayetê

Ev jî ji bo wê ye ku Allah, yên mirdar û yên paqij (mumîn û kafir û tiştên di rêya Allah de an jî li ser batil tê xerckirin) ji hevdu veqetîne û mirdaran li ser hev kom bike û hemûyan di cehennemê de bicivîne ser hev. Evana, ew ên bi xusranê ketine bixwe ne.

4

Tevbe

Ayet: 108Rûpel: 203

Here Ayetê

Tu, li wê derê ebedîyen (ji bo nimêjê) nesekine! Sekna te ya (ji bo nimêjê) li wê mizgefta ku ji roja ewil pê ve li ser teqwayê hatîye avakirin çêtir e. Li wir zilamên ku hez paqijîyê dikin hene. Allah, ji wan ên ku xwe paqij dikin hez dike.

5

Vâkıa

Ayet: 79Rûpel: 536

Here Ayetê

Ji kesên paqijkirî pê ve tu kes nikare dest bide (wê Kitêbê).