Bakara
Ayet: 34Rûpel: 5
(Bi bîr bîne!) Wê demê me ji melaîketan re got: “Ji Âdem re herin secdê.” Ji xeynî Îblîs hemûyan secde kirin. Lê wî xwe qure kir û rû vegerand û bû ji kafiran.
Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî
Ayet: 34Rûpel: 5
(Bi bîr bîne!) Wê demê me ji melaîketan re got: “Ji Âdem re herin secdê.” Ji xeynî Îblîs hemûyan secde kirin. Lê wî xwe qure kir û rû vegerand û bû ji kafiran.
Ayet: 11Rûpel: 150
Sond be, me hûn xuliqandin û paşê sûret da we û me ji melâîketan re got: “Ji Âdem re secde bikin.” Ji xeynî iblîs hemûyan secde kirin. Ew, nebû ji secdebiran.
Ayet: 12Rûpel: 151
(Allah) got: “Digel min emrê secdekirinê li te kir, ew çi bû ku nehişt tu herî secdê?” (Îblîs) got: “Ez ji Âdem bi xêrtir im. (Lewre) te ez ji agir xuliqandim û Âdem jî ji herîyê xuliqand.”
Ayet: 13Rûpel: 151
(Allah) got: “(Hema vê gavê) ji wê derê dakeve! Ne heddê te ye ku tu li wir quretîyê bikî! (Aniha) dakeve! (Lewre) tu ji riswayan/ji sernewqan î.”
Ayet: 14Rûpel: 151
Got: “Heta roja ku (însan) ji nû de tên vejandin muhletê bide min.”
Ayet: 15Rûpel: 151
(Allah) got: “Bêguman tu ji yên muhletdayîyan î.”
Ayet: 16Rûpel: 151
Got: “Ji ber ku te ez rêwinda kirim, ez ê jî ji bona ku berê wan (însanan) bi rêşaşîyê ve bidim li ser rêya te ya rast rûnim.”
Ayet: 17Rûpel: 151
“Paşê ez ê muheqeq ji pêş wan û ji pişt wan ve û ji rastê wan û ji çepê wan ve nêzîkî wan bibim/xwe di ber wan re bikim. Tu yê pirên wan ji şikurdaran nebînî.”
Ayet: 18Rûpel: 151
(Allah) got: “Bi riswayî û qewirandî ji wê derê (ji cennetê) derkeve. Ji wan (însanan) kî bide pey te ez ê cehennemê bi we dagirim.”
Ayet: 28Rûpel: 262
Bi bîr bîne, Rabbê te ji melâîketan re gotibûn: “Bêşik ez ê ji hişkeherîyeke reşeguherî însanekî bixuliqînim.”
Ayet: 29Rûpel: 262
“Dema ku min xuliqandina wî qedand û ji rûhê xwe pifkirê, hema ji wî re secde bikin.”
Ayet: 30Rûpel: 262
Melâîket bi tevahî çûne secdê.
Ayet: 31Rûpel: 262
Îblîs ne têde! (Lewre) wî ligelhevîya secdebiran qebûl nekir.
Ayet: 32Rûpel: 263
Got: “Ya Îblîs! Çi tiştî nehişt ku tu bibî ligel secdebiran?
Ayet: 33Rûpel: 263
Got: “Ji min re nabe ez ji mirovekî ku te ew ji hişkeherî xuliqandîye re biçim secdê.”
Ayet: 34Rûpel: 263
Got: “Ji wir derkeve! Bêguman tu yekî qewirandî/recimandî yî.”
Ayet: 35Rûpel: 263
“Heta yewmud’dîn/roja qiyametê lanet li ser te ye.”
Ayet: 36Rûpel: 263
Got: “Rabbê min! Heta roja ku (însan) ji nû de tên vejandin muhletê bide min.”
Ayet: 37Rûpel: 263
Got: “Bêguman tu ji yên muhletdayîyan î.”
Ayet: 38Rûpel: 263
“Hetanî dema diyarkirî ku roja wê tê zanîn (roja qiyametê).”
Ayet: 63Rûpel: 287
(Allah) got: “Here! Êdî kî ji wan bide pey te, bêşik wê cehennem ji bo we bibe cezayê bêkêmasî.”