Şerîet
ŞERÎET Û PERGALA CIVAKÎAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Me ji te re ji bo ku Kitêba berîya xwe tesdîq bike û li ser wê venihêr e (vê) Kitêbê (Qur'anê) bi heqî nazil kir. Di navbera wan de bi ya ku Allah daxistîye hukim bike. Şûna heqîya ku ji te re hatîye nede dûv hewesên wan (yên ku wê te bixerifînin). Me, ji bo her yek (ummetek) ji we re şerîetek û rêbazek danîye. Eger Allah bixwesta wê hûn bikirana yek ummetek (ku şerîet û rêbaza wan yek e). Lê tiştê daye we ji bo îmtîhanê/ji bo ceribandinê ye. Nexwe di xêran de pêşbazîyê bikin. Vegera we hemûyan bi bal Allah ve ye. (Allah,) xebera ew tiştên ku hûn li ser wan ketibûn îxtîlafê dê bide we.
Me ji her ummetê re mensekek/rêyeke îbadetê diyar kiriye û ew li ser wê amel dikin. Nexwe bila tu kes li ser vê mijarê bi te re nîqaş neke/destûra nîqaşê nede. Tu dawetî Rabbê xwe bike! Bêguman tu, li ser hîdayetekî rasterast î.
Ji bo ku hûn dîn (bi tewhîdê) li ser pîyan bigirin û hûn tê de nekevin îxtîlafê tiştê ji Nûh re emir kiriye û ya ku me li te wehîy kiriye û ya ku me li Îbrahîm û li Mûsa û li Îsa emir kiriye me ji bo we kir şerîet. Lê ew (tewhîd) a tu wan gazî dikî ji muşrîkan re giran hat. Allah kîjan evdê xwe bixwaze (ji bo tewhîdê û dîneke yekpare) hildibijêre û wan ên ku berê xwe didine wî, digihîjîne hîdayetê.
Nexwe, hinek şirîkên wan hene ku tiştên Allah destûr nedaye ji xwe re kirine şerîet/qanûn? Eger (li ser paşvexistina/texîrkirina ezaba wan heta qiyametê) ehdeke qethî nebûya, helbet wê di navbera wan de hukim bihata vebirîn. Bêguman ji zilimkaran re ezabekî biêş û jan heye.
Piştre bi siparteya emr (ê îlâhî) me tu kir xwedî şerîetek. Bibe tabiê wî. Nede pey hewayên/hewesên nezanan.