Şûayb (as)
PÊXEMBER (ASS) Û QEWMÊN WAN ÊN BORÎNEAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Me ji qewmê Medyen re jî birayên wan Şuayb (şandibû). Gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu îlâh tune. Bêguman ji we re ji Rabbê we (mûcîzeyek) vikîvekirî hat. Wezin û pîvanê bê kêmasî bigirin û eşyayê însanan (bihayê wî neşikênin û) kêm nedin wan. Piştî islaha wê, li ser rûyê erdê fesadîyê dernexin. Eger hûn mumîn bin ev, ji we re bixêrtir e.”
Bi xwestina (rêya Allah) çewt/xelet bibe û ji bo ew ên îman bi Allah anîne ji rê vegerînin bi gef xwarinê/bi tehdîdê li ser her serê rêyan rûnenin. Bi bîr bînin! Hûn hindik bûn wî hûn zêde kirin. Aqubeta mufsîdan çawa bûye, lê binêrin û bibînin.”
“Eger ji nava we komek tiştê ez pê hatime îmân anîbe û hinekan jî bawer nekiribe, êdî heta Allah di navbera me de hukmê xwe datîne sebir bikin. Bêguman Allah bi xêrtirê hukimdayînan e.”
Giregirên ji qewmê wî, ew ên mustekbîr wiha gotibûn: “Ya Şuayb! Em ê te û ew ên ku îman bi te anîne teqez ji welatê xwe derêxin. An jî muheqeq hûn ê vegerin ser dînê me.” (Şuayb) got: “Em nexwazin jî?”
“Pîştî ku Allah em jê xelas kiriye eger em dîsa vegerin ser dînê we, wê demê dibe ku li ser navê Allah me neweyî/bêbextî kiriye. Daxwaza/meşîeta Allahê Rabbê me ne tê de, teqez ne mimkûn e ku em carekî din vegerin ser wê (dînê) we. Rabbê me bi ilmê xwe her tiştî dorpêç kiriye. Me bitenê ji Allah re tewekkul kiriye. Rabbê me! Tu di navbera me û qewmê me de bi heqî hukmê xwe bide. Tu bi xêrtirê hikumdaran î.”
Ji giregirên qewmê wî ew ên kafir gotibûn: “Sond be! Eger hûn bidin pey Şuayb hûn ê bibin ji wan ên ku bi xusranê ve ketine.”
(Li ser vê) erdhêjeke erjeng/tirsnak bi wan girt. Di warê xwe bixwe de çokdayî man.
Ew ên ku Şuayb derewandibûn (hene); her wekî ku qet li wê derê bi dewlemendî bi cih nebibin... Ew ên ku Şuayb derewandibûn (hene); ew ên esil bi xusranê ve ketibûn ew bixwe bûn.
Ji wan rû vegerand û gotibû: “Gelî qewmê min! Sond be min rîsaleta/hinarîya Rabbê xwe ragihande we û şîret li we kir. Ma ez ê çawa li ber qewmê kafir bikevim/xemgîn bibim?”
Me ji qewmê Medyen re jî birayên wan Şuayb (şandibû). Gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadetê/evdîtîyê bikin. Ji we re ji wî pê ve (yê ku îbadetê heq dike) tu Îlâh tune. Wezin û pîvanê kêm negirin. (Hewcetîya we bi vê karê tune.) Ez we di nava xêrê de/di nava dewlemendîyê de dibinim. Û ez ji bo we ji ezabê roja ku her tiştî bi çar alî dorpêç dike ditirsim.”
“Gelî qewmê min! Wezin û pîvanê bi edalet bigirin. Eşyayê însanan kêm nedin wan. Piştî isleha wê, li ser rûyê erdê fesadîyê/alozîyê dernexin.”
“Eger hûn mumîn in, mayîna (qezenca ji lutfa) Allah ji we re bixêrtir e. Ez li ser we ne parêzvan im.”
Gotin: “Ya Şuayb! Qey nimêja te emrê te dike em dev ji tiştên (ji pûtên) ku bavûkalên me ji wan re îbadet dikirin berdin û di malên xwe de bi dilê xwe teserruf nekin? Bêguman tu mirovekî halîm û aqilmend î.
Gotibû: “Gelî qewmê min! Hûn çi difikirin? (Ka bibêjin!) Eger ez ji cem Rabbê xwe li ser delîlekî bim û wî jî ji bal xwe ve min bi rizqekî xweşik xelat kiribe? Naxwazim tiştên ku min ji we re qedexe kiriye (ez bikim û) muxalefeta we bikim. Meqseda min bitene ew e ku bi qasî quweta xwe islah bikim. Muweffeqîyeta min (bi alîkarîya) Allah e. Min tewekkulê wî kiriye û ber bi wî de vedigerim.”
“Gelî qewmê min! Neyartîya we/rêveqetandina we ya ji min, bila tiştekî weke ku hatibû serê qewmê Nûh û qewmê Hûd û qewmê Salih neyîne serê we jî. Ji xeynî vê, qewmê Lût jî ji we ne dûr e.”
“Ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazin paşê ji wî re tobe bikin. Bêguman Rabbê min (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm û (ew ê hez evdên xwe dike û evdên wî jî hez jê dikin û di dilan de hezkirinê dixûliqîne) Wedûd e.
Gotin: “Ya Şuayb! Em ji gelek gotinên te fêm nakin. Bi rastî em te di nava xwe de qels/zeîf dibînin. Eger ji bo xatirê eşîra te (yên li ber te dikevin) nebûya me yê te biricimandiba/bi keviran bikuştiba. Tu ji bo me ne mirovekî bi rûmet î jî.”
Got: “Gelî qewmê min! (Ma ji bo we) eşîra min ji Allah xurttir û serdesttir e ku (hûn Rabbê min ê ku min diparêze û li ber min dikeve) we avête pişt xwe û we ji bîr kir. Bêşik Rabbê min li ser kar û kirinên we (yê ku her tiştî hawîrdor zeft kiriye) Muhît e.”
Gelî qewmê min! Çi ji destê we tê bikin, bi rastî tiştê ji destê min tê ez ê jî bikim. Di pir nêzîk de wê ezab ji kî re bê û derewkar kî ne hûn ê bibînin. Hûn bisekinin (em binêrin). Ez jî bi we re sekinî me.”
Dema emrê me (bi helaka wan) hat, me Şuayb û mumînên pê re bi rahmetekî ji terefê xwe ve xelas kirin. Seyhayekî/qîrînekî (ku guhan ker dike û mejîyan diteqîne) bi zaliman girt. Di warên xwe bixwe de li ser çokên xwe man.
Her wekî ku ew li wê derê di halxweşîyê de ne jiyîbûn. Baldar bin/Dîqat bikin! Çawa ku Semûd (ji rahmeta Allah) hate dûrxistin, qewmê Medyen jî wisa hatibû dûrxistin.
Gelê Eyke, pêxemberên şandî înkar kirin.
Wê demê Şuayb ji wan re got: “Hûn (ji Allah) natirsin û xwe naparêzin?”
“Bêguman ez ji bo we pêxemberekî ewledar/emîn im.”
“(Nexwe) ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û îtaeta min bikin.”
“(Di muqabilê vê dawet û teblîxa xwe de) ez ji we tu heqekî naxwazim. Heqê min li ser (Allah e ku ew) Rabbê aleman e.”
“Pîvanê tam/bêkêmasî bipîvin. Nebin ji wan ên bi kêmkerîyê (însanan têxin zerarê).
“Bi mêzêneke rasterast bikişînin.”
“Tiştên însanan kêm nekin! Li ser rûyê erdê fesadîyê nekin û alozî/bênîzamî/aşirîtî dernexin.”
“Ji wî yê ku hûn û neslên berîya we xuliqandîye bitirsin û xwe biparêzin.”
Gotin: “Bi rastî tu yek ji wan ên ku bi sêhrê ketine yî.”
“Tu jî weke me însanek î. Teqez em bawer in ku tu ji derewkeran î.”
“Eger tu di gotina xwe de rastî de ka ji esmanan parçeyekî bi ser me de bîne xwarê.”
Got: “Rabbê min bi kar û kirinên we çêtir dizane.”
Wî derewandin. Ezabê rojeke bi sî/bi ewr wan girt. Bêguman ew ezabê rojeke mezin bû.
Bêguman di vê de (li ser mijara ku wê Allah alîkarîya dostên xwe bike û dijminên xwe jî helak bike) ayetek heye. Jixwe pirên wan ne mumîn in.
Rabbê te bêguman (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
(Me) ji Medyen re jî birayê wan Şuayb (şand). Gotibû: “Gelî qewmê min! Ji Allah re îbadet bikin! Roja axîretê (ji sewab girtina ji Allah) hêvîdar bin. Bi fesadîya li ser rûyê erdê tevdanê/bênîzamîyê/zêde pê de çûnê nekin/dernexin.”
Wî derewandin. (Li ser vê) erdhêjeke erjeng/tirsnak bi wan girt û di warê xwe bixwe de çokdayî man.