Sûnnetûllah/Qanûnên Allah (ac)

ALLAH (AC) Û SIFETÊN WÎ

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

7ayet hatin dîtin
Sûnnetûllah/Qanûnên Allah (ac)
1

Âl-i İmrân

Ayet: 137Rûpel: 66

Here Ayetê

Berî we jî gelek sunnet (şerîet û qanûnên neguherbar ku Allah der heqê qewmên qenc û xerab de tetbîq kiriye) bihûrîne. Li ser erdê bigerin û binêrin ka aqubeta mukezziban (ew ên derewandine) çawa bûye (bibînin).

2

İsrâ

Ayet: 77Rûpel: 289

Here Ayetê

Sunneta/qanûna (diyarkirî ku me) li ser pêxemberên xwe yên berîya te ew şandibûn jî ev bû. Tu di sunneta me de qet guherandinekî nabînî.

3

Ahzâb

Ayet: 38Rûpel: 422

Here Ayetê

Di tiştên ku Allah ji bo wî ferz kiriye de, li ser pêxember guneh tune. (Ev,) di nava qewmên berê de jî sunnetullah/qanûna Allah ya rewacdar bû. Emrê Allah qadereke dîyarkirî ye.

4

Ahzâb

Ayet: 62Rûpel: 425

Here Ayetê

Ev, der heqê wan ên berê de jîyîne, sunnetullah e/qanûna Allah e. Tu di sunnetullah de qet tu guhartin nabînî.

5

Fâtır

Ayet: 43Rûpel: 438

Here Ayetê

Li ser rûyê erdê bi quretî û bi kemîndanînê (li dij hişyarker hatin). Hal ev e ku kemînên xerab, ji xwe pê ve kesekî din dorpêç nake. Qey ew ji sunneta yên berîya xwe pê ve li hêvîya tiştekî din in? Tu, di sunnetullah de guherandinekî nabînî. Tu, di sunnetullah de tu averêbûnê jî nabînî.

6

Mu'min (Ğafir)

Ayet: 85Rûpel: 475

Here Ayetê

Îman anîna wan a dema ezaba me ya biêş û jan dibînin, qet tu feyde neda wan. (Ev,) der heqê qewmên bihurîn de sunnetullah/qanûnên îlâhî yên neguhêrbar in. Ha li wê derê (dema sunnetullah pêk hat) kafir li ber xusranê ketin.

7

Fetih

Ayet: 23Rûpel: 512

Here Ayetê

(Ev,) sunnetullah e/qanûna neguhêrbar e ku (der heqê kafiran de) berdewam e. Tu, di sunnetullah/di