Taxût û Tarîfa Wê

TEWHÎD Û HEWCETÎYÊN AQÎDA TEWHÎDE

Ayetên bi vê mijarê ve girêdayî

8ayet hatin dîtin
Taxût û Tarîfa Wê
1

Bakara

Ayet: 256Rûpel: 41

Here Ayetê

Di dîn de kotekî/zorî tune. Rêya heq ji rêya batil (bi awayekî qethî) veqetîyaye. Kî (bi awayê înkar kirin û tekfir kirin û jê dûr ketin) taxût înkar bike û îmân bi Allah bîne; wî, xwe bi qulpeke zexim ya ku qetandin jê re tune (bi kelîmeya tewhîdê ve) girtîye (û ketîye dînê îslâmê). Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

2

Bakara

Ayet: 257Rûpel: 42

Here Ayetê

Allah welîyê/dostê mumînan e. (Wek tecellîya vê welîtîyê/dostanîyê) wan ji tarîtîya (kufr û şirkê) bal bi nûra/bi ronahîya (tewhîd û îmanê) ve derdixîne. Welîyên/dostên kafiran jî taxût e. Wan ji ronahîya (tewhîd û îmanê) bal bi tarîtîya (kufr û şirkê) ve derdixîne. Evana ehlê agir in û wê di wir de bêdawî bimînin.

3

Nisâ

Ayet: 51Rûpel: 85

Here Ayetê

Ma tu wan kesên ji Kitêbê parek ji wan re hatîye dayîn nabînî ku îmân bi cibt û taxût tînin û ji kafiran re dibêjin: “Evana ji mumînan rasterêtir in.”

4

Nisâ

Ayet: 60Rûpel: 87

Here Ayetê

Kesên zen dikin ku, bi ya ji te re hatîye daxistin (Qur'an) û bi (Kitêb) ên berî te nazil bûne îman tînin, te wan nedît? Digel bi înkarkirina wî hatine emirkirin ew dixwazin li ber taxût bên darizandin/muhakeme bibin. Şeytan jî dixwaze ku wan bi dalaletekî dûr (ku vegera wan a bi heqîyê ve pir zor e) bixerifîne.

5

Nisâ

Ayet: 76Rûpel: 89

Here Ayetê

Ew ên îmân anîne di rêya Allah de û ew ên kafir jî di rêya taxût de qîtal/şer dikin. (Nexwe) bi dostên şeytan re qîtal/şer bikin. Bêguman hîleyên (kemînên) şeytan herî qels e.

6

Mâide

Ayet: 60Rûpel: 117

Here Ayetê

Bibêje: “Ez agahîya wî kesê bidim we ku cezayê wî li cem Allah ji vê xerabtir e? Ew kes in ku Allah lanetê li wan kiriye û li wan hatîye xezebê û ji wan meymûn û beraz û taxûtperest derxistîye. Ha evana (li îndallah) cihê wan herî xerab û ji rêya rast xerifî ne.

7

Nahl

Ayet: 36Rûpel: 270

Here Ayetê

Sond be, me ji her ummetê re ji bo ku bibêjin (teblîx bikin): “Ji Allah re îbadet/evdîtî bikin û xwe ji taxût biparêzin.” pêxemberek şand. Bi vî awayî Allah hinekên wan hîdayet kir û li ser hinek ji wan jî rêşaşîtî heq bû. Li ser rûyê erdê bigerin û aqûbeta derewkaran/mukezziban çawa bûye bibînin.

8

Zumer

Ayet: 17Rûpel: 459

Here Ayetê

Ji ew ên ku xwe ji evdîtîya taxût diparêzin û berê xwe didin Allah re mizgînî heye. Mizgînê bide evdên min.