Tesettûr/Nixûmandin
MALBATAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Gelî zaroyên Âdem! Me ji we re libasên ku awretê we dinuximîne û hûn pê dixemilin daxist. Lê libasa teqwayê herî bi xêrtir e. (Hûn çawa derveyî xwe bi libasê dixemilînin qelbê xwe jî bi teqwayê bixemilînin. Ev ji bo we bi xêrtir e.) Ev (nîmet) ên hanê, ji bo ku ew bifikirin û şîret bigirin ji ayetên Allah in.
Gelî zaroyên Âdem! Her cara ku hûn diçin cihê sicûdê/mescîdê zînetên xwe li xwe bikin. (Libasên xwe yên xweşik li xwe bikin, îbadetên xwe wekî muşrîkan tazî pêk neynin.) Û bixwin û vexwin, îsrafê nekin. (Lewre) ew, ji musrîfan hez nake.
Bibêje: “Ma rizqên paqij û zînetên ku Allah ji bo evdên xwe derxistîye kî heram kiriye?” (Û dîsa) bibêje: “Ew, di heyata dinyayê de ji bo mumînan e. Li axîretê jî bitenê ji mumînan re ye.” Em bi vî awayî ji bo civakekî zana re ayetên xwe wiha bi kitekit/bi hûrgilî beyan dikin.
Û (wî) heywanan jî xuliqand. Di wan de ji bo we (bi libasên ji hirîyên wan) germbûn û feyde (yên din) hene. Û hûn ji wan dixwin.
Allah, ji tiştên xuliqandîye ji bo we sîyan çêkiriye. Di çiyan de jî (ji bo parastin û sitarîya we) sîper û sitargeh xuliqand. Libasên ku we ji germê biparêze û cilên (bi zirx) ku we di şer de bisitirîne daye we. Bi vê awayê (Allah, ji bo bi tewhîd û îtaetê) hûn teslîm bibin ha wiha nîmetên xwe li ser we temam kir.
Ji jinên mumînê re jî bibêje: “(Bila) çavên xwe (ji heramîyê) bigirin û îffetên xwe biparêzin.” Ew ên jiber xwe ve derdikevin ne tê de bila zînetên xwe jî dernexin/nîşan nedin. Bila terhîyên/çarikên serê xwe (bi awayê ku ser û sitû û singên wan binuxmîne) di ser berstûka/berqirika xwe de berdin. Bila zînetên xwe ji xeynî mêrên xwe û ji bavên xwe û ji xezûrên xwe û ji zaroyên xwe û ji kurên mêrên xwe (yên ji jinekî din welidî ne) û ji birayên xwe û ji birazîyên xwe û ji xwarzîyên xwe û ji jinên ji mala xwe û ji qerwaşên xwe (yên li ber destê wan in) û ji xizmetkarên xwe yên zilam (ku qet tu hewes û pêdivîya wan bi jinan nemaye) û ji zarokên xwe yên ku hêj bi awreta jinan tênagihîjin pê ve nîşanî tu kesî nedin. Ji bo ku zînetên wan ên veşartî fêm bibe/bê zanîn bila lingên xwe li erdê nedin. Gelî mûmînan! Hûn hemû bi hev re tobe bikin da ku hûn bigihîjin rizgarîyê/felahê.
Ew jinên ketî ku ji zewacê hêvî birîne, beyî ku zînetên xwe nîşan bidin ji ber derxistina libasên xwe yên der, ji wan re tu guneh tune. Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
Ya Nebî! Ji jinên xwe re û ji qîzên xwe re û ji jinên mumînan re bibêje: “Bila çarikên xwe (ya ku hemû bedena wan dinixûmîne) li xwe bikin. Ev, ji bo (danasîna wan wek azad û afîfe, lê wek xerab) neyên naskirin û ezîyetê nebînin ya herî lêhatî ye. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.