Efûkirin
EXLAQAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Gelî ew ên îmân anîne! Di bûyerên kuştinê de hukmê qisasê li ser we hatîye ferz kirin. Mirovê hûr/azad di muqabilê hûr/azad de û yê kole di muqabilê kole de û yê jin di muqabilê jin de (qisasê bikin). Lê eger ji kî re ji terefê birayê wî tiştek bê bexişandin (dev ji qisasê berdin) êdî bila (xwedîyên meqtûl dîyetê) li gor urfê bixwazin. (Qatil jî) bi xweşikayî bide. Ev, ji hêla/ji alîyê Rabbê we (ji bo we) barsivikî û rahmet e. Kî jî piştî vê yekê ji hedê xwe bibore, êdî ji wî re ezabekî biêş û jan heye.
Eger we mehra xwe diyar kiribe, (lê belê) berîya ku bi wan re bikevin munasebetê hûn wan berdin, nîvê mehrê bidin wan. Rewşa ku jin ji mehra xwe bibore an jî yê ku eqda mehrê di destê xwe de digire jê bibore, ne tê de (hûn dikarin nedin). Efûkirina we hê çêtir nêzîkî teqwayê ye. Fazîleta di navbera xwe de/qencîya ku we li hev kiriye ji bîr nekin. (Lewre) Allah, tiştê ku hûn dikin dibîne.
Ew (mutteqî ne) ku; di tengezarîyê û di firehîyê de fîsebîlîllah înfaq dikin. Hêrsa xwe diqurtînin û qusûrê însanan efû dikin. Allah ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
Bi saya rehma Allah tu ji wan re rûnerm bûyî. Eger tu mirovekî xebertehl û dilhişk bûyayî, wê ew ji derdora te belav bibûna û biçûna. Wan efû bike û ji bo wan mexfîretê bixwaze û di îş û karên xwe de bi wan re bişêwire. Dema ku te (di mijarekî de) qerar da êdî xwe bispêre Allah. (Û pêk bîne, lewre) Allah, ji ew ên mutewekkîl hez dike.
Ji bo ku peymana xwe xera kiribûn, me lanet li wan kir û qelbê wan hişk kir. Wan cihê kelîmeyan diguherînin û texrîf dikin. (Wekî din) para xwe ya ji (amel) ên ku pê hatibûn emirkirin terk kirin. (Digel vê) wan efû bike û xweş bibîne. (Lewre) Allah, ji muhsînan/kesên ku evdîtîya xwe herî xweşik dikin hez dike.
(Digel van hemûyan) tu bi rêya efûyê bigire û fermana ya qenc bike û ji cahilan rû vegerîne.
Ew in ku; ji gunehên mezin û ji fuhşîyatê xwe diparêzin û dema hêrs dibin jî efû dikin.
Berdêla xerabîyê, bi qasî wê xerabîyê ye. Kî jî (digel neheqî lê hatîye kirin) efû bike û isleh bike, xelata wî aîdê Allah e. Bêguman ew, ji zaliman hez nake.
Kî jî sebir bike û bibexşîne bêguman ev, ji karên layiqê azmê ye.
Gelî ew ên îman anîne! Bêguman jinên we û zarokên we (yên ku we ji hicretê men dikin) her yekî ji bo we neyarek in. Xwe ji wan biparêzin. (Lê belê) hûn efû bikin û xweş bibînin û bibexşînin bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.