Ew Ên Dîl/Êsîr
HERB/ŞER Û HIQÛQA CÎHADÊAyetên bi vê mijarê ve girêdayî
Piştî vê (digel soza we dabû, dîsa) hûn hevdu dikujin û hin ji we yên din ji warên wan derdixin û hûn li hemberî wan di gunehkarî û di dijminahîyê de alîkarîya hev dikin. Dema (hemdîn ên/hemol ên we) bi êsîrî/bi dîlî werin cem we û digel ku derxistina ji warên wan li ser we hatîye heramkirin jî hûn (di muqabilê azadîya wan de) fidye ji wan distînin. Nexwe hûn bi qismekî Kitêbê îmân tînin û qismekî jî înkar dikin? Ji we her kî wisan bike cezayê wî di heyata dinyayê de rezîlî û riswatî ye û roja qiyametê jî wê bi bal ezabê herî dijwar ve bên vegerandin. Allah, ji amelên we ne xafil e.
Ji ew (carîye) ên di bin destê we de ne tê de jinên mahrkirî jî ji we re hatîye heramkirin. (Ev ên hejmartî) li ser we hukmê Allah ya qethî ye. Bi jinên ji xeynî van, piştî ku hûn bi malên xwe (mehra wan bidin) û beyî ketina zinakarîyê daxwaza we ya zewaca bi wan re ji we re helal e. Piştî ku we (mehr) diyar kir, eger hûn di navbera xwe de li ser razîbûna xwe (ji heqên xwe biborin) ji bo we gunehek tune. Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Heta bi dijminên xwe re şer neke û nebe xwedî hêz/quwet ji pêxemberekî re nabe ku dîl/êsîr bigire. Hûn dinyatîya bihorbar/muweqet dixwazin. (Lê belê) Allah (ji bo we) warê axîretê (ya ebedî) daxwaz dike. Allah (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Ya Nebî! Tu ji dîlên/êsîrên di destê we de ne re bibêje: “Eger Allah bizanibe ku di qelbê we de xêrek heye, wê ew ê ji we hatîye sitendin (ji fîdyeyan) bixêrtir bide we û mexfîretê li we bike. Allah (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.”
(Nexêr, eger) bixwazin îxanetê li te bikin, bi rastî wan berê de jî îxanet li Allah kiribûn. (Di gerewa/berdêla vê îxaneta wan de) Allah, ji bo ku tu wan têkbibî îmkan dabû te. Allah (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
Dema hûn di şer de leqayî kafiran hatin, li sitûyên wan bixin. Gava ku we muqawemeta wan şikand û hûn bi ser ketin, bendika/qeyda (yên dîl/êsîr) zexm girêdin. Piştî vê, êdî hûn dixwazin bi qencî wan berdin an jî fidyê ji wan bistînin û hêj wan berdin. Hetanî ku şer giranîyên xwe berde (û biqede) bi vê awayê muamele bikin. Ha wisan… Eger Allah bixwesta dikaribû (bi helakkirina wan) tol/heyf ji wan sitendibana. Lê ji bo ku hin ji we bi hinên din îmtîhan bike (emrê cîhadê kir). Ew kesên di rêya wî de hatine kuştin, wê Allah amelên wan zayî/winda neke.
Digel ku jê hez dikin/dilê wan diçê jî xwarin bi kesê miskîn/feqîrê hewcedar û bi sêwî û bi dîl/êsîr didin xwarin.